Karkerên ji qirkirina Enqerê vegeriyan li Colemêrgê hatin pêşewazîkirin
18:11
JINHA
COLEMÊRG - Heyata KESK'ê vegiriya Colemêrgê heyetê da diyar kirin ku ew dev ji aştiyê bernadin heya ku arami aşti ne yê ewê şopdarên vê dozên bin.
Heyeta Şaxa KESK a Colemêrgê ya ku ji bo Mitînga Aştiyê çuyi Enqereyê vegera Colemêrgê heyet 65 kes bun gava ku vegiriyan li Colemêrgê Heyeta Keskê Parlementêrê HDP'ê Nihat Akdogan Hevşaredar Fatma Yıldız, rêxistinên HDP'ê û DBP'ê pêşwazi kir. heyet li ber avahiya Şaredariyê daxuyani da çapemeniyê di daxuyaniyê parlementerê Colemêrgê Nihat Akdoğan axivî.
Nihat da diyar kirin ku her kes dizane ku ew qetliam bi destê hêzên dagirker pêk hatiye û got: "Em baş dizanin ku ev qetliam bi destê hêzên dagirker pêk hatiye lê ev hevalên me yên evindarê aştiyê azadiyê hatin qetilkirin. Em ê şopdarê reya hevalên xwe bin. em pir xemginin ji bo kesên ku nişha li nexweşxanan bi girani birindar derbasbuyinê dixwazin. Hevalên me yên ku jiyana xwe ji dest dayin ji em ji xweda rewhmetiyê dixwazin."
Li ser navê heyetê Hevserokê Şaxa KESK'ê Suleyman Aşkan destnîşan kir ku wan şahidî ji bûyerek gelek giran re kiriye û wiha domand; "Me dilê xwe li Enqerê hêlaye. Em ji bo aştî û aramî bê vî welatî çun, lê hêzên dagirker destur nedan û komujiyek hovane pêk ani, 128 hevalên me qetilkirin. Lê emê bi înad bêjin aştî û em dest ji doza aştiyê bernadin. Emê nahelin ku saray bigihije armanca xwe, emê hêrsbuyina xwe li ser sarayê bi şewitin."
Pişti axaftinan bi durişimên "Kujer AKP û kujer Erdogan" heyet belav bû.
(zyd/zt)