Li Amedê bi tevlîbûna 10 hezaran qirkirina hat protestokirin

20:10

JINHA

AMED - Li Amedê bi tevlîbûna deh hezaran meşek ji bo protestokirina qirkirina Enqerê ya ku têde 128 kesan jiyan xwe jidest da hat lidarxistin.

Gelê Amedê ji bo komkujiya Enqerê şermêzar bikin meşa Aşitiyê li darxistin. Meş bi tevlîbûna Hevserokên KCD'ê Selma Irmak û Hatîp Dîcle, Hevserokên DBP'ê Emine Ayna û Kamûran Yuksek, Hevserokê Navenda DBP'a Amedê Alî Şîmşek, KESK û bi hezar welatiyan pêk hat. Girse piştî gihişt qada 5 Hezîranê ku li dijî mîtînga HDP'ê komkujî pêk hatibû û li wir daxuyanî da çapemeniyê. Girsê berî daxuyaniyê bi yek dengî sirûda "Çerxa şoreşê" xwend û rêz girtin. Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şimşek, diyar kir ku li gelek Bajarên Kurdistanê li dijî gel êrîş pêk tên û wiha got: "Gelê Amedê dê kujeran li qada Îstasyonê bixeniqînin. Bi armanca vîna gelê kurd bişkînin van êrîşan pêk tînin. Lê tu hêz nikare vîna gelê kurd bişkîne. Berxwedan jiyan e."

'Em tu carî tawîzê ji têkoşîna aştiyê bernadin'

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî jî anî ziman ku di dilê aştîxwazan de bombe teqandine û wiha got: "Li Amed û pirsûsê jî heman çalakî pêk anîn. Kurd û Birêz Ocalan di aştiyê de israr dikin. Lê wan her dem li hemberî israra aştiyê şer pêş xistin. Wisa xuya dike ku ew aştiyê naxwazin. Di şer de israr dikin. Di dema PKK'ê bêçalakî îlan kir de ev êrîş bi fikar e Aştî dê di saya kesên ji bo aştiyê xwîn rijandin de bê. Bi kuştin, bombe û înkarê pirsgirêk çareser nabe. Em dê heta dawî di aştiyê de israr bikin."

'Tu hêz nikare vîna kurdan bişkîne'

Hevseroka KCD'ê Selma Irmak jî komkujî şermezar kir û wiha got: "Em dîsa dibêjin ji înada wan re em dê di biratî û aştiyê de israr bikin. Ew her roj me qetil bikin jî em dê dîsa têkoşîna aşitî, demokrasî û biratiyê bimeşînin. Ew her ku me bi tang û topan qetil bikin jî em bêtir li xeyalên azadiyê bigerin û bêtir têkoşîna aştî û azadiyê bidin. Em bang li Gelê Anatoniyê jî dikin û em dibêjin ey gelê Anatolya yê îro êşa me yeke. Hişmendiya ku li Amed û pirsûkê komkujî pêk anî û hişmendiya li Enqereyê li dijî mîtînga aşitiyê komkujî pêk anî heman kes in. Ji bo em tola 126 bedenên li Enqereyê perçe bûn hilînin em bibin yek beden û yek deng."

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek jî axivî û komkujî şermezar kir.

Girse piştî daxuyaniyê xwestin bimeşin Navçeya Sûrê û rastî astengiya polîsan hatin. Piştî êrîşa polîsan girsê jî bersîv da û pevçûn derket. Pevçûn didome.

(ha-sg/zt)

(ha/sg)