Besê Erzincan: Divê rojnamegerên jin di rêya Gurbetelli de bimeşin
09:14
Devrim Amed/JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevala yek ji pêşengên jinên di meha cotmehê de jiyana xwe jidest dane Gurbetelli Ersoz a tekoşînê Endama Koordinasyona KJK'ê Besê Erzincan got: "Çawan ku di wan demên zor de Gurbeteli Ersoz li hember îskence û zilmê rojnamegerî dikir divê îro jî rojnamegerên jin li hemberî faşîzma AKP'ê beşdarî kevneşopiya berxwedana Gurbetelli bibin."
Di meha cotmehê de gelek jinên pêşeng jiyana xwe jidest dane. Yek ji wan jî jina ku bi nasnameyên xwe yên rojnameger û şoreşgeriyê di dîrokê de şop hêlayî Gurbetelli Ersoze. Hevala Gurbetelli Ersoz a tekoşînê Endama Koordinasyona KJK'ê Besê Erzincan xeta wê wiha vegot: "Ew hevalek me ya dengê azadiya jinê pir bi hêz kariyî bihêle bû. Di salên 90'an de heval Gurbetelli beşdarbû. Di nava pergala heyî de jî cihek wê yê diyar hebû. Weke akademisyenek kar dikir, lê li hember çewisandina dengê civakan û tayîbetî jî çewisandina gelê kurd tercîha xwe ya jiyanê bi awayek wijdanî kir û tevlî tekoşîna azadiyê bû."
'Tercîha bûyîna dengê civakê kir'
Besê balkişand ser êrîşên di salên 90'an de ser çapemeniya azad dihatin kirin, li hemberî wan êrîşan Gurbetelli bûyîna dengê civakê hilbijart û wiha domand. "Heval Gurbetelli ji cihek herî zor ê jiyanê ji çapemeniyê ket nav tekoşînê. Dema ku tevlîbûyî tercîha xwe ya azadiyê pir baş kiribû, ji ber ku ew hevalek zana û di her aliyî de xwe pêşxistibû. Tenê Gurbetelli yekem jina Gernendeya Giştiya karê weşanê negirt di heman demê de li hemberî pergala kaputalîst tercîha bi awayek wijdanî bûyîna dengê civaka xwe hilbijart."
'Gurbetelli li hember mediyaya heyiya mêran seknekbû'
Besê destnîşan kir ku herî zêde pergala deshilatiya mêran di medyayê de xwe bisazî kiriye, bi saya Gurbetelli kevneşopiya çapemeniya jinên azad li hember sazîbûna mediyaya mêran tekoşîn kir. Besê bilêv kir ku di her şertan de Gurbetelli xwediyê kesayetek şoreşgerbûye û wiha berdewam kir: "Yek ji alanên herî zêde pergala kaputalîst xwe têde bi sazî kirî mediyaye. Pergal û dewletê xwe di medyayê de gelek bi sazî kiriye. Kesên ji bo propagandaya wan bikin têde bicîh kirine. Bê guman li hemberî wê pêdivî bi kesên bi hêz, bûyîna dengê qehîqet û azadiyê, nûneriya başkirinê hebûn. Di salên 90'an de heval Gurbetelli bi zanabûn tevgeriya, di hindir de berpirsiyartiya Gernendeyiya Girtiya Weşanê da ser milê xwe û di her şert û mercan de bê kêmanî karê xwe rêvebir. Ger îro hevalên me yên jin dikarin di her qadên çapemeniya azad de cîh bigirin bi saya berxwedana Gurbetelliye. Di hemban demê de tekoşîna Gurbetelli li hemberî hişmendiya mêran a çapemeniyê jî berdewam dikir."
'Divê di şopa Gurbetelli de çapemeniya azad pêşkeve'
Besê balkişand ser êrîşên AKP'ê yên ser çapemeniya azad û divê jinên rojnameger Gurbetelli ji bo xwe mînak bigirin û li hemberî wan êrîşan bi kevneşopiya berxwedanê bisekinin û wiha dom kir: "Îro êrîşên AKP'ê li holêne. Êrîşê saziyên çapemeniyê, partiyên siyasi yên ku xwe azad îfade dikin, êrîşî her kesê dikin. Çawan ku di wan salan de Gurbetelli li hemberî wan hemû zoriyan bi çar destan jiyan girt, divê îro jî jinên rojnameger bi heman hişmendiyê tevbigerin û li hemberî êrîşan bisekinin. Heval Gurbetelli di tekoşîna me de cihek giring girt û bû rênîşandera hemû gelên bindest. Ya dikeve ser milê me jî bûyîna layêqê rêya Gurbetelliye."
(zt)