Sevda Alankuş: Mediyaya navendî rojnamegeriya şer dike

09:54

Handan Tufan / JINHA

İZMİR - Prof. Dr. Sevda Alankuş, duh û îroya mediyaya navendî nirxand û got: "Rojnamegeriya mediyaya navendî dike rojnamegeriya şere. Mediyaya navendî bi giştî ketiye bin bandora deshilatiyê, ger nekeve bin bandorê dê rastî tehdîd, şidet û sansurê bê. Ji xwe mediyaya Tirkiyê bi rojnamegeriya şer tê nasîn, di van demên dawiyê de jî hîn zêdetir xira bûye."

Li Tirkiyê mediyaya navendî nûçeyên alîkariya polîtîkaya şer çêdikin, bi gotinên nefretê gelan li hemberî hev radike. Prof. Dr. Sevda Alankuş, duh û îroya mediyaya navendî û li Tirkiyê sedema gotinên nefretê nirxand. Sevda destnîşan kir ku divê li her devera cîhanê rojnameger li hemberî şer alîgirê aştiyê bin û wiha domand: "Herî kêm divê weşanên gurkirina şer nekin. Ev berpirsiyariya rojnamegeran a civakiye. Ji bo ku mirov di aliyê ewlehîk, civakî û ekolojiyê de di nava derdorek hevseng de bijîn aştî şerte. Ji bo wê jî rojnamegeriya aştiyê şerte û divê rojnameger aliyan gur nekin."

'Di rojnamegeriya Tirkiyê de zimanê mêrê sibpiyê suniyê tirk serdeste'

Sevda da zanîn ku zimanê rojnamegeriyê di dawiya sed sala 19'an û despêka sed sala 20'an de despêkiriye û wiha berdewam kir: "Hemû têgihên nûçe çêkirinê yên weke nirxê nûçeyê, çavkaniya nûçeyê hemû bi mudaxeleya deshilatiya siyasî dibe. Mirov dikare vê mînakê baş li Tirkiyê bibîne. Li ser mediyaya Tirkiyê zimanê mêrê sipiyê suniyê tirk deshilate û di berjewendiyên wan de nûçe çêdibin. Ji ber heya digehe oda nûçeyan li herderê ji xwe bandora xwe dane sepandin û li gora wê nûçe tê amadekirin."

'Ticarî mesafe neketiye neva mediyaya navendî û îdolojiya fermî'

Sevda bilêv kir ku di nava derketina holê ya nûçeyên nivîskî û derketina dewletê de têkiliyek parelel heye û wiha dom kir: "Divê hemû rojname bi xetên sor derkevin, nivîsa logoya Rojnama Hurriyetê 'Tirkiye ya Tirkane' ev tenê çend mînakin. Dema ku mirov li naverokê dinêre rastî tabloyek diha erjeng tê. Ji bo wê ye di nava mediyaya navendiya Tirkiyê, artêş, dewlet û gel de ti cudahî nîne."

'Êdî her kes nûçegihanin'

Sevda anî ziman ku Mediyaya navendiya Tirkiyê ticarî navber nexistiye nava xwe û deshilatiyê û wiha pêde çu: "Dema ku zagonên azadiya ragihandinê jî derkevin pir tiştek nayê guhertin. Ji ber rewşa meya azadiya ramanê diyare. Lê di aliyê nûçegihaniyê de di navbera salên 90'an û roja me de ferqek mezin heye. Ji ber ku mediyaya navendî êdî bi her awayî di xizmeta deshilatiyê dene ti astengî ji bo wan çênabe. Ji ber ku teknolojiyê êdî em hemû kirine nûçegihan. Her çendî mediyaya navendî rola sêmeyîmûnan bilîze, nûçeyên derew çêke jî êdî mediyaya civakî û alternatîf heye. Ji bo wê jî weke berê nikarin rastiyan berevajî bikin."

(zt)