Li Surê zaroka 10 salî qetilkirin
10:08
JINHA
AMED - Hat zanîn ku li Taxa Hasirliya Surê zaroka 9-10 sal Hêlîn Şen di êrîşên polîsan de hat qetilkirin.
Ji dema îlana qedexeya derketina kolanan heya niha 3 rojin dibin dorpêça polîsan de li navçeya Sura Amedê şer berdewame. Li navçeyê malan dişewitînin, 28 kes girtin binçavan. Ji saetên serê sibê heya niha sekvan Taxa Hasirliyê gulebaran dikin. Di gulebaranê de zaroka 9-10 saliya bi navê Şêrîn Şen jiyana xwe jidest da. Demdirêj cenazê Hêlîn li erdê ma. Piştî hevdîtina heyeta parlementer, HDP û DBP'ê cenazê Hêlîn ji erdê rakirin. Cenazê Hêlîn rakirin nexweşxanê.
'Dibe ku qirkirinek mezin çêbibe ji bo wê divê her kes bê Surê'
Li gorî agahiyên hatine girtin li taxê gelek birîndar hene, yên diçin ji bo girtina cenazeyan tên gulebarankirin. Polîs ser malan de digirin û welatiyan digirin binçavan. Polîs bi gotinên; "Hun ji malên xwe derkevin emê we bikujin" welatiyan tehdîd dikin. Ji navçeyê dengê teqîn û çekan tên. Heyeta di navê de Parlementera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demirel, HDP û DBP jî heyî ber bi navçeyê ve ketin rê, lê li ser rêya Melik Ahmet siyasetmendaran asteng dikin û nahêlin têkevin navçeyê. Çaglar Demirel banga; "Dibe ku li vêderê qirkirinek mezin bikin, ji bo wê jî divê her kes bên Surê."
(zt)