DBP'ê ji bo Surê banga lezgîn kir
10:36
JINHA
AMED - Rêxistina Navenda DBP'a Amedê ji bo rewşa Surê û li wê qetilkirina Hêlîna 9 salî banga lezgîn kir û got: "Li hemberî qirkirinê em lezgîn bang li hemû gelê xwe dikin ku ber bi Surê ve bikevin rê.
Rêxistina Navenda DBP'a Amedê ji bo pêşî girtina qirkirina li Sura dibin dorpêçê de banga lezgîn kir. Di daxuyaniya DBP'ê de hat diyar kirin ku 3 gule li serê Hêlîna 9 salî dane û qetilkirine û wiha dom kir: "3 rojin navçeya Surê dibin dorpêçê deye, êrîşên dibin dorpêçê de berdewam dikin, ji duh êvarî ve her diçe giran dibe. Di gulebaranê de 3 gule li serê Hêlîna 9 salî dan û qetilkirin. Her saeta diçe êrîşên polîsan ser navçeya Surê zêde dibe. Ji bo pêşî lêgirtina qrikirinê em hema lezgîn bang li gelê xwe dikin ku ber bi Surê ve biherikin."
(zt)