Ji Kerborana 3 rojin dibin dorpêçê dene dengê çekan bilind dibe
10:55
JINHA
MÊRDÎN - Ji navçeya Kerborana Mêrdînê ya dibin dorpêça polîsan dene û 3 rojin qedexeya derketina kolanan hatiye îlankirin, tevahiya şevê dengê çekan bilind dibû. Di saetên serê sibê de jî serdegirtinên malan despêkirin û berdewam dikin.
Ji navçeya Kerborana Mêrdînê ya dibin dorpêça polîsan dene tevahiya şevê dengê çekan bilind dibû. Hat zanîn ku di saetên serê sibê de li Taxa Bahçebaşiya dibin dorpêça polîsan dene serdegirtinên malan despêkiriye, derê malan dişkênin û welatiyan digirin binçavan.
Li aliyê dinê 3 rojin heyeta ku di navê de parelmenterên HDP'ê Ali Atalan û Gulser Yildirim jî heyî 12 kilometre mayî ji Kerboranê re ji aliyê leşker û polîsan ve hatine sekinandin û destur nayê dayîn bikevin navçeyê.
(zt)