Jinên Rojava: Yekîtiya gelan dê polîtîkayên dewletê ên şer vala derbixin

11:36

Delîla Bagok-Rûksen Efrin/JINHA

QAMIŞLO - Endamên Mala Jin a bajarê Qamişlo, komkujiya ku li paytexta Tirkiyê Enqerê di mitînga aştiyê de pêk hatî bi tundî şermezar kirin û wiha gotin, "Em ê destûr nedin ku hikûmeta AKP'ê li ser xwîna sivîlan hegemonya yê xwe bide avakirin."

Rêveber û endamên Mala Jin a bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê komkujiya ku di mitînga aştiyê de li Enqerê pêk hatî û di encamê de 128 kes jiyana xwe ji dest daye û 516 kes birîndar bûye bi tundî şermezar kirin. Jinan diyar kirin ku dewleta Tirkiyê gelê sivîl dike qurbanê berjiwandiya desthilatdariyê xwe û wiha gotin: "Em ê destûrê nedin ku hikûmeta AKP'ê li ser xwîna sivîlan hegemonya yê xwe bide avakirin. Gel bi çalakiyên xwe ên demokratîk dê aştiyê bînin vî welatî."

'Ev êrîş nefesa dawi ya îqtîdara AKP'ê nîşan dike'

Rêvebera Mala Jin ya Taxa Xerbî a bajarê Qamişlo Îlham Omer xemgîniya xwe li hember komkujiyê anî ziman û wiha got: "Ev êrîş nefesên dawî a îqtîdara AKP'ê nîşan dike. Li beramberî hemû êrîşan helwesta gel bi nirxe. Divê hemû gelên aştîxwaz li dijî desthilatdariya hikumeta AKP'ê bi çalakiyên demokrasî bersivê van êrîşan bide." Îlham her wiha bang li raya giştî kir ku li hember hovîtiya AKP'ê bê deng nemîne û got: "Hikûmeta AKP'ê dê hovîtiya ku dike bidomîne, ji ber vê yekê bilind kirina berxwedanê li dijî desthilatdariyê di vê pêvajoyê de girînge. Yekîtiya tevahî gel dê polîtîkayên dewletê ên şer vala derbixe. Ji bo tevahî malbatên ku zarokên xwe wenda kirine em ser saxî û ji birîndaran re jî şîfayê lezgîn dixwazin."

'Erdogan ji ber hêrsa têkçûna xwe êrîş dike'

Endama Mala Jin Bedîa Emîne Silêman komkujî bi tundî şer mezar kir û got: "Erdogan ji ber hêrsa têkçûna xwe êrîş dike. Eger îro li navenda Tirkiyê 128 sivîl qetilkir ne diyare ka wê sibê çibeke. Ji ber vê yekîtiya gelan di vê pêvajoyê de li dijî desthilatdariya Erdogan girînge. Serkeftina 7'ê Hezîranê desthilatdariyê hikûmeta AKP'ê hilweşand. Ji ber vê bi aweyek çavkûr êrîş dibe ser gelê aştîxwaz." Bedîa berxwedana bêhempa a gelê Bakûr silav kir û sersaxî ji bo tevahî kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane xwest.

'AKP'ê bi kiryarên xwe ên hovane nîşan da ku ew terorê herî mezine'

Nizem Jenorê jî bertekê xwe wiha anî ziman: "Hikûmeta AKP'ê bi kiryarên hovane, nîşan da ku ew terorê herî mezine. Li beramberî daxwezê gel ên aştî û demokrasiyê bi komkujî tê bersivandin. Ji vê rewşê hovenetir tiştek din nîne. Em wek gelê Rojava tu caran vê yekê bêdeng nemînin."

(rc)