Kedkaran jiyan rawestandin dest bi girevê kirin

11:42

JINHA

AMED - Piştî qirkirina Enqerê li Kurdistan û Tirkiyê kedkaran dest bi çalakiya girevê kirin. Li Amedê kedkarên ku dest ji karê xwe berdan gotin: "Emê di 1'ê Mijdarê de hesabê qirkirinê bipirsin."

Piştî qirkirina Enqerê rêxistinên kedkar û pîşeyan biriyara di 12-13'ê Cotmehê de ketina girevê dan û îro kedkarên raya giştî dest ji karê xwe berdan û qirkirin protesto kirin. Nûnerê DÎSK'ê yê Herêmêk di derbarê girevê de li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniya bi hezaran kesên girêdayî rêxistinên kedê tevlîbûyî de pankartên weke "Ji şer re na, li hemberî faşîzmê berxwedan heye" û "Herikîn heye, ber bi azadiyê ve herikîn, li hemberî şer derkevin azadi gelek nêze" hatin hildan. Ser navê kedkaran Serokê Şaxa Guvenlik Sen a Amedê Sezgin Bilen civaka ku ji aliyê deshilatiya AKP'ê ve weke yêndinê tên dîtin di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de deshilatî ber bi şaşwaziyê ve bir û ji bo tolhildanê deshilatî welat vegerandiye gola xwînê û wiha domand: "Bi hefteyane navçeya me Surê dibin dorpêç û êrîşan dene, li Silopî, Farqîn, Nisêbîn û Cizîrê jî polîtîkayên şer berdewam dikin. Li hemberî gel dest bi şer kirine. Tam dema ku agirbest dihat axaftin li Enqerê qirkirin şaşwaziye. Heya yek tenê jî ji me bimîne, emê desturê nedin îktidarê. Emê li hember faşîzma îktidarê bisekinin û di 1'ê Mijdarê de bersiva pêwîst bidin wan. Di dema girevê de dê cenazeyên hevalên me bên. Em banga baldarî û xwedîderketinê li hemû hevalên xwe dikin."

Piştî daxuyaniyê kedkar ji bo ku tevlî merasîma cenazeyên hevalên xwe yên di qirkirina Enqerê de jiyana xwe jidest dane bibin ber bi Goristana Yenikoyê ve ketin rê.

Li Mêrdînê çalakiya kar berdanê

Li Mêrdînê jî ji bo şermezarkirina qirkirinê karkeran dest bi çalakiya karberdanê kirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Şaredariya Artukluyê 2 rojan dest bi çalakiya kar berdanê kirin. Di navê de Hevşaredarê Artukluyê Emin Irmak jî heyî xebatkarên şaredariyê li ber avahiya şaredariyê kombûn. Xebatkarên şaredariyê yên ku kincên reş li xwe kirin, qirkirina li Enqerê hat kirin pirotesto kirin.

Li aliyê di nê jî endamên KESK, DİSK, TTB û TMMOB yê yên Mêrdîn û navçeyên wê 2 rojan dest ji kar berdan.

(zt)