Enqere di girevê dene

11:52

JINHA

ENQERE - Li Enqerê OHD, ÇHD, İHD, bijîşk û xwendekar ji bo deng dayîna girev li cihên ku lêne dest bi girevê kirin û jiyan rawestandin. Xebatkarên dermanxaneyan jî ji bo alîkarî dayîna çalakiyê bandên reş bi derên xwe ve daleqandin.

KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê ji bo 128 kesên di komkujiya mitînga aştiyê ya Enqere de jiyana xwe ji dest dan biryara "grevê" girt û bi v yekê re banga "boykotê" jî hat kirin û jiyana hat rawestandin. Li kargeh, dibistan û gelek nokteyên din ji bo şehîdên aştiyê di seat 10.04'an de rêzgirtin pêk hat.

'Bi xebetînê û kenê şîn nayê girtin'

Parêzerên li ber Edliyeya Enqere hatin cem hev daxuyanî dan û tevlî rûniştinan nebûn. Parêzerên OHD, ÇHD, Buroya Hiqêqê ya Açilim, Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê, Buroya Hiqûqê ya Bindestan, Daîreya Hiqûqê ya Halkevlerî, Komeleya Hiqûqê ya Sol Tavir, Tevgera Hezîranê ya Yekgirtî li ber Edliyeya Enqere hatin cem hev û biryara 2 rojan tevlî rûniştinan nabin aşkera kirin. Serokê Giştî yê ÇHD'ê Selçuk Kozagaçli daxuyanî xwend û wiha got: "Bi xebatînê û kenê şîn nayê girtin. Em hemû dê kar boykot bikin. Heke em bixwazin şînê bigirin divê em li hemberî faşîzmê bê berxwe bidin." Selçuk diyar kir ku ew li hemberî kesên li ser medyaya civakî dikenin, wezîrên dikenin, walî, musteşarên keyfxweş bêdeng namînin.

'Em dê şopdarên komkujiyê bin'

Hevseroka OHD'ê Nuray Ozdogan jî wiha got: "Em êrîşa li hemberî aştiyê pêk hatî şermezar dikin. Çawa me cenazeyên xwe komkirin û heya serê sibê em li ber Tipa Edlî man em dê komkujiyê wisa bişopînin."

Xwendekar û hîndekarên zanîngehê li Kampusa Cebecî ya Zanîngeha Enqere hatin cem hev û heya deriyê derve bêdeng meş li dar xistin. Xwendekar û hîndekaran seat di 10.04'an de ji bo şehîdên aştiyê rêzgirtin pêk anîn û pişt re çalakiya rûniştinê li dar xistin. Welatiyên derdorê jî tevlî çalakiya bêdeng dibin. Li Hacettepe û ODTU'yê jî xwendekar neketin dersan.

Li lîseyan boykot

Li Mamakê jî xwendekarên lîseyê dibistan boykot kirin. DEV-LÎS, Lîseli Genç Umut pêşengiya çalakiyê kirin û xwendekarên ders boykot kirin derketin kolanan. Lîseya Egeyê deriyê dibistanê girt û destûr neda xwendekar derbikevin derve.

Li nexweşxaneyan tenê li beşa lezgînî û xizmetê didin mexdurên komkujiyê.

Dev Saglik Îş, SES, TTB li hemû nexweşxaneyan çalakiya dest ji kar berdanê li dar xist.

(zt)