KJA: Roj roja ji bo aştiyê berxwedanê ye
12:35
JINHA
AMED - Kongreya Jinen Azad (KJA), ji bo çalakiya girevê ya rawestandina jiyanê ku bi boneya qirkirina Enqerê hatî lidarxistin banga tevlîbûnê kir û got: "Roj roja ji bo aştiyê berxwedanê ye."
KJA yê ji bo teqîna di mitînga şatiyê ya ji aliyê rêxistinên ked û pîşeyî ve hatî lidarxistin de pêkhatî û bîranîna 128 kesên di teqînê de jiyana xwe jidest dane li Tirkiye û Kurdistanê çalakiya tirevê û rawestandina jiyanê heye banga tevlîbûnê kir. KJA yê bang li hemû jinan kir ku li bajarên lêne jiyanê bidin sekinandin.
KJA yê wiha domand: "Roj roja ji bo aştiyê berxwedanê ye. Teqîna di mitînga aştî û demokrasiyê de pêkhatî em jin di kuraniyê de hejandin. Yên tehmûla wan ji aştî, wekhevî û demokrasiyê re nînin hewildan di nava Enqerê de aştiyê qetilbikin. Hikumeta AKP'ê biriyara şer daye, li Amed, Pirsus, Agirî, Gimgim, Cizîr, Silopî, Farqîn, Sur û Enqerê bi hezaran sivîl qetilkirin, hîna jî di şer de îsrar dikin. Deshilatî dixwaze bi hincetên weke kêmaniya ewlehiyê ser bûyerê bigire. Ji xwe hikumeta heyî bûye hikumeta hilbijartinê. Dê yên êrîş pêkaniyîn negihin armanca xwe. Dê gel li hember êrîşên wan ên hovane hîn zêdetir hev bigirin. Di 10'ê Comtehê de dê gelên li Tirkiyê aştî biqêriyana û çalakiyek wijdanî dikirin. Em weke KJA bang li hemû jinan dikin ku li vê çalakiya wijdanî xweîd derkevin û li her devera lêne jiyanê bidin rawestandin û li aştiyê xwedî derkevin.
Roj ji qirkirinan re gotina raweste û yekîtiyê ye!
Roj roja em birînên xwe bi berxwedan, aştî û heskirinê bipêçine!
Roj roja li hember qetluamciyan bilindkirina berxwedanê ye!
Roj roja bi aştî û wekheviyê hesab ji hêzên qetluamcî xwestinê ye!
Roj roja di avakirina demokratîkbûna Tirkiyê de di nava xebatan de cîhgirtinê ye!
Em weke têkela KJA yê ji bo hevalên xwe yên jiyana xwe jidest dane ji bo rawestandina jiyanê û xwedîderketina li cenazeyan dibêjin "Bi înad aştî" û banga beşdariya girevê li hemû jinan dikin.
(zt)