Şervana YPJ'ê Fatîma Hesen bi tilîliyan spartin axê
12:36
Cotmeh
12
/ 2015
JINHA
KOBANÊ - Şervana YPJ'ê Fatîma Hesen li Girê Spî bi merasîmek girseyî spartin axê.
Şervana YPJ'ê Fatîma Hesen a ku di 1'ê Cotmehê de li Silûkê jiyana xwe ji dest daye bi merasîmek girseyî ji aliyê gelê Kobanê û Girê Spî ve spartin axê. Saziyê Malbatê Şehîdan, nûnerên Meclîsa Rûspî ya Girê Spî û rêveberên TEV- DEM'ê tevlî merasîmê girseyî bûn. Di merasîma leşkerî de soza girêdanbûnê bi şehîdan re hat dayîn. Malbat jî diyar kirin ku ew ê riyê têkoşerên azad her dem bişopînin û xwedî lê derbikevin.
Piştî axaftinê bi tilîlî û durişmeyan têkoşera azadiyê spartin axê.
(rc)