Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê: Serokwezîr henekên xwe bi êşên me dike
12:44
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê nerazîbûn nîşanî gotina; "Me kiryarê komkujiya Pirsûsê Şeyh Abdûrrahman Alagoz radestî edaletê kirin" a Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglû da.
Înîsiyatîfê daxuyaniyek nivîskî weşand û xwest, li şûna henekên xwe bi êşên wan bikin, bila hesap bidin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî ku bûyerê rû da, hînê mirovan parçeyên heval û xizmên xwe kom dikirin, polîs bi ken henekê xwe bi wan dikirin û hat gotin, "Li aliyê din, dema ku pirsa 'hûnê îstifa bikin?' ji Wezîrê Karên Hundir hat pirsîn, wezîr bi ken bersiv da. Her wiha Serokwezîr Ahmet Davûtoglû jî got 'Me kiryarê qetlîama Rihayê Abdurrahman Alagoz teslîmê girt û teslîmê hiqûqê kir' bi vê yekê hem henekên xwe bi êş û hem jî bi mejiyê me dikin."
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Bombeya ku li ser dilê me hat teqandin hemû cîhan dizane. Der barê bûyera Pirsûsê de ti kes nehat girtin. Li ser vê yekê jî li ser dosyayê biryara nepenîtiyê heye û bi vê yekê re nahêlin rastî derkeve holê. Xwîna ku li Pirsûs û Enqereyê li dest û rûyê wan ketiye êdî nikarin xwe jê paqij bikin. Wê têkoşîna me ya li hemberî wan berdewam bike."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Abdurrahman Alagoz bombeyê zindî yê qetlîama Pirsûsê ye û daxuyanî wiha bi dawî bû: "Davûtoglû derewan dike. Henekên xwe bi êşên me dike. Dixwaze pêşiya lêgerîna me ya edaletê bigire. Em jî wekî Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê dibêjin ku; Hûn nikarin bi êşên me henekên xwe bikin û pêşiya lêgerîna me ya edalet û hiqûqê bigirin. Em ê dilsozê bîranîna canên xwe yên ku me li Pirsûs û Enqereyê winda kirin bin."
(zt)