Ramazan ji aliyê hezaran ve hat defîn kirin
13:04
JINHA
WAN - Cenazeyê welatiyê bi navê Ramazan Tunç ê ku di encama teqîna mîtînga aştiyê ya Enqeraye de jiyana xwe ji dest da li gundê wî Kîsorê ji aliyê hezaran kes ve hat defînkirin.
Cenazeyê welatiyê bi navê Ramazan Tunç ê ku di encama teqîna mîtînga aştiyê ya Enqeraye de jiyana xwe ji dest da li gundê wî Kîsorê ji aliyê hezaran kes ve hat defînkirin. Cenazeyê Remazan pîştî karê otopsiyê ji Enqerayê bi aliyê Wanê ve hat birê kirin. Cenazeyê Ramazan di ketina gundê ji aliyê sedan wetayîtan ve bi konvoyeke mezin hat pêşwazîkirin. Parlementerê Wanê Adem Gewherî, endam û nûnerên HDP, DBP, Meclîsa Dayîkên Aştiyê, MEYA-DER û bi hezaran kes tevlî merasîma cenazeyê Ramazan bûn. Cenazeyê ji bo vecîbeyên olî anin mizgefta gund û heya goristana gund li ser milan hilgirtin û meşîyan. Di dema derketina cenaze de jinên gund û malbata Ramazan bi lorînan bertek nîşan dan. Di merasîmê de bênavber dirûşmeyên wek "Şehîd namîrin" û "Kujer Erdogan" hatin berzkirin. Piştî ku cenaze hat defîn kirin ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz hat girtin. Pîştî rêzgirtinê Rêveberê rêxistina DBP'a Wanê Fadil Bariştiran axivî.
Fadil diyar kir ku êrîş li hember aştiyê hatiye kirin. Fadil got ku êrîşa hat kirin di dîroka cihanê de cihê xwe girt û tu carî nayê jibirkirin.
'Ramazan ji bo aştiyê çû mîtînga aştiyê'
Parlamenterê Wanê Adem Geverî jî di merasîmê de anî ziman ku heya gelê kurd azad nebe dê hikûmeta AKP'ê komkujiyên bivî rêngî bide meşandin. Adem destnîşan kir ku Razaman ji bo aştî, heq û hiqûqê çû qada aştiyê lê mixabin bi bombeyan bersîva aştiyê dan Ramazan û rêhevalên wî.
Pîştî axaftinan ji bo sersaxiya malbata Ramazan, welatî derbazî konê şînê bûn.
(ho-ng/zt)