Li Rezan 6 kes hatin girtin
13:23
JINHA
AMED - 6 kesên piştî di serdagirtina li navçeya Rezan a ku kesekî hatî înfazkirin de hatin binçavkirin hatin girtin.
Li taxa 5 Nîsan a navçeya Rezan a Amedê di 8'ê cotmehê de tîmên taybet bi ser malekê de girtibû û jina bi navê Taybet Cansi înfaz kiribûn û 6 kesên jê 3 birîndar jî binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin serê sibê derxistin edliyeyê. Piştî îfadeyên li dozgeriyê bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî îfadeyên dadgehê Sevgî Kuçuk, Songul Kuçuk, Nesrîn Kuçuk, Mazlum Suslu, Ahmet Tezelcî û Engîn Akkan bi heman îdîayê hatin girtin.
(zt)