Xebatkara Navenda Mîtanî Nazli Duman hat binçavkirin

13:34

JINHA

MÊRDÎN – Li Nisêbînê di encama serdegirtina malê de xebatkara Navenda Çanda Mîtannî Nazli Duman ji ber sedemek nayê zanîn hat binçavkirin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li taxa Kişla serê sibê saet di 05.00’an de polîsên tîmên taybet bi maşîneyên zirxî bi ser mala xebatkara Navenda Çanda Mitannî ya Nisêbînê Nazli Duman ve girt. Tîmên taybet hemû kûçe û malê dorpêç kirin û li malê lêgerînê pêkanî. Di encama serdegirtinê de polîsan mala Nazli ser û binî kir û ew binçavkirin. Sedema binçavkirina Nazli nehat zanîn û ew birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê. Nazli beriya niha jî ji ber ku beşdarî daxuyaniya rêveberiyê xweser a Nisêbînê bûbû îfade dabû û bi şertê "kontrola bi serbestî" serbest hatibû berdan û her roja duşemê diçû midûriyeta polîsan û îmza diavêt.

Dayika Nazli, Medînê Duman bertek nîşanî êrîşa polîsan da û diyar kir ku di nava 3 mehan de ev bû 5 caran polîs bi ser mala wan de digirt. Nazli anî ziman ku polîsên tîmên taybet dema bi ser mala wan de digirin çek danîn serê wan.

(zt)