Erdîşê rêveberiya xwe ya cewherî îlan kir
14:45
JINHA
WAN - Gelê Erdîşê li hemberî êrîş û komkujiyên îktîdara AKP'ê rêveberiya xwe ya cewherî îlan kir.
Meclîsa Gel a Demokratîk a Erdîşa Wanê li hemberî êrîş û komkujiyên îktîdara AKP'ê rêveberiya xwe ya cewherî îlan kir. Di nava wan de Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tugba HEzer jî hebû rêveberên HDP, DBP'ê, aktîvîstên KJA'yê, hevşaredarên Erdîşê, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tevlî daxuyaniya li ser Rêya Zîlanê hat dayîn bûn. Beriya daxuyaniyê bi hezaran hêzên çevîk û gelek TOMA û wesayîtên zirxî li derdorê bi cih kirin. Hat dîtin ku li ser gelek avahiyên derdorê jî sekvan hatin bicihkirin. Pişti qedeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê, bi xwendina sirûda "Çerxa şoreşê" welatiyên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn. Li ser navê welatiyan Berdevkê Meclîsa Gel a Demokratîk a Erdîşê Erhan Basut daxuyanî xwend.
'Em ê xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin'
Erhan bi lanetkirina komkujiya Enqereyê dest bi axaftina xwe kir. Erhan diyar kir ku dewlet tehemulî azadiya gelan nake û wiha axivî: "Em ê li ser bingeha rêvberiya demokratîk hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin. Meclîsên li ser vîna gundan, taxan û bajarê me hatine avakirin biryarên xwe bi xwe bigirin û em ê xwe bi xwe bi rê ve bibin. Em hêza zordestiyê ya polîsan ku dewlet hewl dide vê yekê li ser navê ewlehiyê rewa bike û saziyên dewletê naxwazin. Em naxwazin êdî li ser navê ewlehiyê me bikujin. Beyî ku li benda saziyên dewletê bimînin em wekî civakê ewlehiya xwe bi xwe pêk bînin. Em ê ji niha şûnde xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin"
Piştî çalakiya rûniştî ya 5 qedeyan berdewam kir, welatî ber bi buroya hilbijartinê ya HDP'ê ve meşiyan. Polîsên ku pêşiya welatiyan girtin nehiştin welatî bimeşin. Welatiyan bendên polîsan rakirin û bi dirûşma "Kujer AKP dê hesab bide" berz kirin û meşa xwe domandin. Balkêş bû ku Midûrê Polîsan ê Erdîşê her tim çeka xwe nîşanî gel da û gefa gulebaranê li gel xwar.
(zt)