Li Colemêrgê cenazê Muhamed bi girseyî hat defin kirin

15:33

JINHA

COLEMÊRG - Di merasîma cenazê Muhammed de Dayika Ayşe Demir da zanîn ku AKP çi bike bila bike ew dev ji tekoşîna aştiyê bernadin.

Cenazê Muhammed Demir (19) yê ku çu yi Enqereyê ji bo meşa aştiyê bi teqinê jiyana xwe ji dest dayi li Xana Musa ji aliyê welatiyan û rêxistinan HDP, DBP, Dayikên Aştiyê û KESK'ê ve hat pêşwazikirin û li gundê Xezekê hat defin kirin. Di merasimê de Parlementêrê HDP'ê Abdullah Zeydan axivi.

Abdullah diyar kir ku ew ji bo aştî û azadiyê rihê xwe feda dikin û wiha axivi; "Em rêhevalê Muhammed Demir bi rêz darî oxur dikin. Bila dewleta kiryardar bizane ku ew bi van êrişan vê hêza me ya berxwedanê naşkine. Heya ku guhên sarayê ker dibin emê aştiyê biqirin. Em dev ji doza aştiyê bernadin, em teslimi dewleta bazirgan nabin hevalên me ji bo aştiyê çun Enqereyê. Lê tehmûla deshilatan ji bo aştiyê nîne, ewqas mirov qetilkirin. Em bi hevalên xwe serbilindin lê bila hikumeta AKP'ê bizane ku em tu car li hemberi aştiyê taviz nadin. Em ji malbatê re ser saxi yê dixwazin serê gelê kurd sax be."

'Bila êdî ti Muhamedên dinê neyên qetil kirin'

Dayika Muhammed Ayşe Demir jî destnîşan kir ku kurê wê ne ji bo şer ji bo aştiyê çu bû û wiha got: "Muhammed ji bo şer neçubu li wir kurê min ji bo aştiyê çu bu ji bo mirin çênebin çu bu. Lê disa li ser hemu xemginiyê em naxwazin ne polis, ne gerrilla, ne ji leşker, bimirin. Êdi bese hıkumeta AKP'ê çi bike bila bike em dev ji tekoşîna aştiyê bernadin. Bila ti Muhammedê din neyên qetil kirin. Bila ev xwine bisekine."

Pişti axiftinan bi deqeyek rêzgirtinê merasim dawi bu û taziya muhammed li gundê Xezekê berdewam bike.

(zyd/zt)