Li Colemêrgê jî KESK'ê 2 rojan jiyan rawestind
16:38
JINHA
COLEMÊRG - Şaxa KESK'a Colemêrgê ji bo şermezarkirina komkujiyê meşiyan û piştî meşê dest bi gireva 2 rojan a sekinandina jiyanê kirin.
Şaxa KESK a Colemêrgê ji bo teqina li Engereyê pêk hati û bîranîna kesên di teqînê de hatin qetilkirin greva 2 rojan kar û jiyanê rawestandinê meşek li dar xistin. Meşê ji ber avahiya Nxweşxana Dewletê ya Colemêrgê despêkir li ber avahiya Şaredariya Colemêrgê bi dawî bû. Di meşê de pankarta "Em êrişa bi hovane pêk hati şermizar dikin bi rik aşti bi rik berxwedan" her wiha dovizên weke "Emê mirovahiyê nişani te bidin", "Kujer Erdogan" û "Em kujerê enqerê nas dikin hatin rakirin" her wiha durişimên "Kujer AKP dê hesabê bide" û "Şehid namirin" hatin birêzkirin. Li ber şaredariyê daxuyani da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Serekê KESK'ê Suleyman Aşkan ve hat xwend.
Suleyman da zanin ku ew dizanin ku kujer kine û wiha axivi; "Em baş dizanin ku ka ev qetliam kêpêk ani ye. Bila kese ne bêje me failên we ne diyarin. Emê hesabê bipirskirin. Em xwina hevalên xwe nahêlin li erdê. Ji ber wê jî em ji bo komkujiya ku li enqerê ser aştiyê pêk hati 2 rojan li her deverên Tirkiyê jiyanê rawestinin. Emê neçin ser kar. Em komkujiya Enqereyê bi tundi şermizar dikin. Em sersaxi yê ji malbatên şehidan re dixwazin."
Pişti axiftinan girse belav bu û disa KESK'ê ji ber avahiya şaredariyê meşa jiyanê rawestinin dest bi çalakiya runiştinê kirin.
(zyd/zt)