Jinên Şirnexê: Sîh sale em li hember çekên giran tekoşîna mirovahiyê didin

09:11

Mizgîn Adim/JINHA

ŞIRNEX - Xerab kirina goristan Çiyayê Cudî li Şirnexê hat protesto kirin. Dayikên ku derketin kolanan û vê yekê protesto kirin gotin ku dewlet ji hestiyê wan jî ditirse û êrîşên hovana pêk tîne. Dayîkan diyar kirin ku ev sîh sale lihember tank û topan bi beran şerê mirovahiyê dikin û dê vî şerê rûmetê dewam dikin.

Li Şirnexê xerab kirina goristanan bi çalakiya deng derxistinê hat şermezar kirin. Weletiyên ku hîn bûn Şehîdgeha Ş.Cuma û Ş. Binevş bi topan hatiye topbaran kirin û bi kepçan hatiye xerab kirin derketin kolanan û vê yekê protesto kirin. Jin, zarok û ciwan hemû kes derketin kolanan û li gelek taxên Şîrnexê agir dadan, bi durişme û tilîliyan, bi lêdana tenekan vê yekê protesto kirin. Yek ji dayîkên li taxa Yeşilyurtê dayîka Xecicê di derbarê mijarê de axivî. Dayîka Xecîce diyar kir ku taxan wan berî çend heftiyan di bin dorpêç û êrîşên giran de meye û ew terora dewletê baş nas dikin.

‘Namus ax e, çand e, ziman e’

Dayîka Xecîce ku tevî temenê xwey 73 salî bi gopalê xwe derdikev kolanan û desnişan kir ku heya xwîn di canê wan de hebe ewê li berxwe bidin û li hember kiryarên dewletê yê hovane serê xwe ne tewînin. Dayîka Xecîce anî ziman ku ji bo parastina axa xwe çi ji destê wan tê dikin û wiha axivî:"Namusa meriv ne bedana merive. Namus ax e, çand e, ziman e.” Xecîce balkişand ser xirab kirinê goristanan û desnişan kir ku ew bi xwîna şehîdan serfirazbûne û wiha got: “Berê me xwe di veşart û digot ‘Bijî Serok Apo’ niha em tiliyê xwe dixin çavên wan. Me vê şerefê bi ked û berxwedanê bidest xistiye.”

‘Ey hewar dewlet ji hestiyê me jî ditirse’

Dayika Xexîce kir hewar û got ku êdî dewlet ji hestiyê miriyê wan jî di tirse û ev tişt anî ziman: "Roj roja xwedî derketinê ye. Ez bang li hemû kesî dikim bila li dora gorê zarokê xwe bi hêzek mezin bibin mertal.” Xecîce bilêv kir ku ev sîh sale lihember top û tayaran şerê beran dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ê me jî berê me şeref û namusa me heye ev besî me ye. Heya dilopek xwîn di canê me de hebe em dev ji şeref û namûsa xwe barnadin.”

‘Em dibên aşîtî ew dibin şer’

Dayika Gozel ku berî çend mehan nebiyê wê ji alî polîsan ve nêzî mala wê hat qetil kirin jî bi teneka xwe derdikeve kolanê jî diyar diyar kir ku ew kolanên ku nebiyê wê lê hatine qetil kirin vala nahêle û ev tişt anî ziman: "Em aşitiyê dixwazin, Tayyip qebûl nake. Hingî em disekinin ew bi êrîşan bersiv dide me herin binêrin çi ji Çiyayê Cudî kirine. Ew goristana meye, cenazê şehîdê me tê de ne.” Gozel bi lêv kir ku ew jî wek hemû gelan zimanê xwe çanda xwe dixwazin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em van kirinên wan qebûl nakin. Ew hemû malbata me jî qetil bikin weledek tenê li ber bedana me jî bimîne em nasekinin.”

(ma/zt)