'Gelê Kurd êdî polîtîkayê înkar û îmhayê napejrîne'
09:13
Rûksen Efrîn/ JINHA
RUSYA - Li dijî Komkujiya ku di mitînga aştiyê de pêk hatî bertek ji hemû aliyê cîhanê tê. Hunermenda Kurd Berfîn Mamedova berteka xwe li hember komkujiyê anî ziman û wiha got: "Bi siyaseta înkar û îmhayê tu desthilatdarî li hember berxwedana gel bi ser neketî."
Li dijî komkujiya Enqerê her ku diçe bertek mezin dibe. Hunermenda Kurd Berfîn derbarê komkujiya ku di mitînga aştiyê de pêk hatî de axivî û xemgîniya xwe anî ziman. Berfîn diyar kir ku hikûmeta AKP'ê bi polîtîkayê înkar û îmhayê nikare tiştek bi dest bixe û wiha got: "Komkujiya ku li hember gelê aştî xwaz pêk hatî em gelek êşandin. Ez ê hewl bidim bi hunera xwe xwedî li nirxê gelê aştî xwaz derbikevim."
Berfîn destnîşan kir ku li hember desthilatdariyê gelê Kurd di 7'ê Hezîranê de helwesta xwe ya aştiyê nîşan kir û wiha domkir: "Gelê Kurd ji dîrokê heya niha ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşe. Gelê me di 7'ê Hezîranê de helwesta xwe ya aştî nîşan kir. Êdî polîtîkayê înkar û îmhayê napejrîne."
Berfîn diyar kir ku hikûmeta AKP'ê li her qadê şer daye despêkirin û wiha got: "Li dijî êrîş û şerê ku hikûmeta AKP'ê daye despêkirin divê dengê me bibe yek. Em aştî dixwazin û ji bo dexwaza xwe yê aştî jî em ê heya dawî têbikoşin. Em tevahî şehîdên aştiyê bi rêz bi bîrtinin û soza şopandina têkoşînê nû dikin."
(rc)