Jin bi Nûjînê parastina cewherî pêşdixin

09:45

Bêrîtan Canozer / JINHA

AMED - Bi slogana 'Bi jinên azad ber bi civaka azad ve' Navenda Jinan Nûjîn a Bismilê bi armanca ji bo qada jiyana jinan fireh bikin ji bo jinên Bismilê xizmet dikin.

Navenda Jinan a Nûjîn ya li navça Bismil a Amedê bi slogana 'Bi jinên azad ber bi civaka azad ve' 6 sale ji bo jinan xizmetê dike. Nûjîn di sala 2009'an ji aliyê Şaredariya Bismilê ve hatiye vekirin û xizmeta civakî, derunî û hiqûqî ji bo jinan dike. Navenda Jinan Nûjîn bi kursên hunera destkariyê, kuaforî, dirûn/neqş, trikotaj, erbane, aşpêjî, zimanê biyanî, bi zimanê kurdî jinan perwerde dikin. Nûjîn bi semînerên perwerda zayenda civakî, mafê jinê yê aboriyê, mafê hiqûqî û tendirustiya jinê didin jinan.

'Armanca me bi jinan re jiyanek nû ava kirine'

Şêwirmenda Navenda Jinan Nûjîn Civaknas Saadet Akçin kala pirsgirekê jinan û xebatê jinan kir. Saadet diyar kir ku ji şer, ji milîtarîzim, ji xizaniyê, ji rolê zayenda civakî herî zêde li ser jinan û herî zêde di dema dawî de ji heremên malbatên koçber dibin bandor dike. Saadet da zanîn ku ew alikariya jinan di aliyê civakî, hunerî, aborî û derunî de bi armanca bi jinan re jiyanek nû ava bikin derketine rê.

'Ji bo jinan xurt bikin derketin rê'

Saadet anî ziman ku hedefa wan newekheviya zayenda civakî ji holê rakin û ji bo jinan xurt bikin di aliyê hunerî, hunera destkariyê de perwerdê didin û çalakiyên cûr bi cûr pêş dixin. Saadet bilêv kir ku Nûjîn ji bo hemû cûre şîdetê ji holê rakin xebat dimeşînin û ji bo vê jî panel, rûniştina vekirî, seminer, konferans û civîna li dar dixin. Saadet bal kişand ku armanca wan ya herî mezin jinên di mal de derkevin derve û di civakê de cîh bigrin. Saadet got ku xebata Nûjîn yek jê jî diçin malan û bi jinan re diaxifin û qala dibin hişmendiyek çawan de dijîn dikin.

'Hişmendiya jinê di xwe de ava kirin'

Saadet bi taybet qala xebatên taxan kir û wiha got: "Me pêşî ji jinên taxan dest pê kir û me xwe gihand jinên nava malan. Dema em bi jinan re diaxifî jin fediyokî nezî me dibûn, lê belê dem dem kursiyerên me zêde bûn. Jin tên kursa bawername didin wan û jin kargeha ji xwe re vedikin." Saadet anî ziman ku jin êdî di bin bandora mêr de namine aboriya xwe bi destê xwe bi keda xwe dest dixe.

(bc-ha/zt)