Cenazeyê Taybet Cansî a li navça Rezan hatî qetilkirin hat teşhîskirin

11:46

JINHA

AMED - Li navçeya Rezana Amedê roja 8'ê cotmehê ekîba taybet a polîsan ser mala li Apartmana Dîlanê ya li kuçeya 691 a li taxa 5 Nîsanê de girtin û jina bi navê Taybet Cansi înfaz kirin. Cenazê Taybet ji aliyê malbata wê ve hat teşhîskirin.

Li navçeya Rezana Amedê roja 8'ê cotmehê ekîba taybet a polîsan ser mala li Apartmana Dîlanê ya li kuçeya 691 a li taxa 5 Nîsanê de girtin û jina bi navê Taybet Cansi înfaz kirin. Di heman bûyerê de 3 welatî birîndar bûn û tevî birîndaran 6 welatî hatibûn binçavkirin.

Cenazeyê Taybet Cansi a li morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl dihat girtin ji hêla malbata wê ve hat teşhîrkirin. Piştî ku malbatê cenazeyê keça xwe wergirt ji bo definkirinê ber bi Cizîra Şirnexê ve bi rê ketin.

(ha/zt)