Hevseroka HDP a Erdişê Seval Çadirci rakirin nexweşxanê

13:34

JINHA

WAN - Hevseroka HDP a Erdişê Seval Çadirci a ku duh girtin binçava ji ber nexweşiyê rakirin nexweşxanê.

Duh di serdetirginên malan de Hevseroka HDP a Erdişê Seval Çadirci Hevşaredara Erdişê Diba Keskin û Endama Meclisa Şaredariyê Guler Avci girtin binçavan. Her 3 hilbijêrên jin hîna li Emniyeta Muduriyeta Navçeyê tên girtin. Ji ber nexweşiyê di saetê nîvro de Hevseroka HDP a Erdişê Seval Çadirci rakirin Nexweşxana Dewletê ya Erdişê. Hat zanîn ku Seval rakirine muşahidê û dema tedawiya wê qediya li gel hilbijêrên jinê ên dinê dê bibin ediliye yê.

(zt)