Li Colemêrgê birîndarên êrîşa Enqerê hatin ziyaret kirin
14:32
JINHA
COLEMÊRG - Li Colemêrgê heyeta ku di navê de parlementer, hevşaredar û rêveberên HDP'ê û DBP'ê jî heyîn malbatên welatiyên di êrîşa Enqerê de birîndar bûne ziyaret kirin. Di ziyaretê de dayîka Mustafa Çetin ê birîndar diyar kir ku ewê îsrara xwe ya aştiyê berdewam bikin.
Heyeta ku di navê de Parlementerê HDP'ê Nihat Akdogan, Hevşeradara Colemêrgê Fatma Yıldız rêvebir û endamên HDP û DBP'ê heyî serdana kesên ku di teqina Enqerê de bi girani birindar bûne kirin. Heyetê malbata Mustafa Çetin ziyaret kir. Di serdanê de dayîka û dapira Mustafa axivin.
Dapira Mustafa diyar kir ku neviyê wê ji bo aştiyê çuyîbû ne ji bo şerî û wiha got: "Neviyê min ji bo çareserkirina vi şeri çu mitînga aştiyê; lê li hemberi bersiva aştiyê komkujî pêk ani. Lê disa ev êrişên bi vi rengi hewla me ya li hemberî aştiyê kêmnake, emê bi israr aştiyê bixwazin ku ji bo mirin çê nebin."
Dayîka Mustafa Ayşê Çetin jî destnîşan kir ku yên li Enqerê jiyana xwe ji dest dayî kevokên aştiyê ne û wiha axivi; "Di wê komkujiyê de kurê min yê li Stenbolê xwendekar bû jî li wê bû. Şikir ku birindar bu niha ji rewşa wî başe, lê em dizanin ku ew êrişa hovane kê pêkani, em kujer nas dikin. Em xemginin ku 128 kevokên aştiyê jiyana xwe ji dest dan, lê em şopdarên rêya wanin. Emê rêya wan mirovên ji bo aştiyê çuyîn li wê berdewam bikin. Ew hemû ji bo aştiyê çubûn, de destê wan de ne çek pênûs hebûn. Ev komkujî çavê me natirsîne, bila kujer bizanin. Em ji malbatên kesên jiyana xwe jidest dane re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re şifayê dixwazin."
(zyd/zt)