Eserê jinan di pêşngeha Îştar de ne
14:57
Cotmeh
13
/ 2015
JINHA
EFRÎN - Li Efrînê bi pêşengiya Konseya Jin pêşengeha Îştar a ku ji eserê jinan pêk tê hat vekirin.
Li Kantona Efrînê ya Rojava bi pêşengiya Konseya Jin pêşengeha Îştar a ku ji eserên destê jinan pêk tê hat vekirin. Pêşengeha ku di avahiya Konseya Jin de hatî vekirin û bi navê xwedawandê mîtolojî Îştar hatî kirin rastî eleqeyek mezin hat.
Di vekirina pêşengehê de endama Konseya Jin Fatma Lekto axivî û pêşengeh diyarî fermandara YPJ'ê Arîn Mîrkan û hemû şervanên azadiyê kir.
(rc)