Jinan Taybet Cansî bi tilîliyan oxir kirin
15:14
JINHA
ŞIRNEX - Cenazeyê Taybet Cansî ya ku di 8'ê cotmehê de li Amedê ji aliyê tîmên taybet ve hat înfazkirin li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê hezaran jinan ve bi tîlîliyan hat definkirin.
Cenazeyê jina bi navê Taybet Cansî ya ku di 8'ê cotmehê de li taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rezan a Amedê ji aliyê tîmên taybet û hêzê taybet ên ku wesayêtên bi marqeya Ford Ranger bikartînin ve hat înfazkirin li navçeya Cîzîrê ya Şirnexê ji aliyê hezaran jinan ve li Goristana Şehîd Bêrîvan hat definkirin. Cenazeyê piştî karên otopsiyê ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û anîn Cizîrê. Bi hezaran kesên li ber avahiya HDP'ê ya Cizîrê hatin cem hev di ketina bajar de bi dirûşmeya "Şehîd namirin" pêşwazî kirin. Bi hatina cenaze esnafan jî dikanên xwe girtin û tevlî meşê bûn. Bi hezaran kesên piranî jin heya Kolanan Arîn Mîrkan meşiyan. Dema cenaze hat Kolanan Kobanê ji aliyê jinan ve ji wesayîtê hat girtin û bi dirûşmeyên "Qatîl dewlet dê hesabê bide" û "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" heya Goristana Şehîd Bêrîvan bibin. Li goristanê rêzgirtin pêk hat.
Piştî merasîma cenaze Hevserokê MEYA-DER'ê yê Cizîrê Mela Kasim Yîgît axivî û diyar kir ku her roj dewlet li hemberî gelê kurd komkujiyan pêk tîne û wiha got: "Çiqas êrîşê bikin jî gelê kurd dest ji têkoşîna xwe ya mafdar bernade û dê bidomîne." Hevseroka Meclîsa Gel Asya Yuksel jî diyar kir ku AKP di şexsê têkoşîna kurdan de êrîşê li jinan dike û dê wan êrîşan vala derbixin.
Bavê Taybet Alî Cansi jî diyar kir ku keça wî ji bo hemû kurdên bi rûmet canê xwe fida kir û wiha got: "Serê hemû kurdan sax be. Em her tim bi wê serbilind bûn. Ew lehenga vî gelî bû. Ji ber wê şehîda Kurdistanê ye."
Piştî axaftinan cenazeyê Taybet bi dirûşmeya "Şehîd namirin" hat definkirin.
Sersaxiyên Taybet li Mala Şînê ya Cudî tên qebûlkirin.
(ma/zt)