Girseya ku ber bi Çiyayê Cudi ve meşiyan hatin gulebaran kirin

15:22

JINHA

ŞIRNEX - Mertalên zindiyên di navê de parelmenter jî hene ku ber bi Çiyayê Cudî ve dimeşin ji aliyê leşkeran ve hatin gulebaran kirin.

Ji bo ku di operasonên lekeran ên li Çiyayê Cudî berdewam dikin de mirov neyên kuştin û "Şehîdgeha Şehîd Cuma û Şehîd Binevş" neyên xirakirin mertalên zindî yên ku ji Şirnexê ber bi Çiyayê Cudî ve meşiyan ji aliyê leşkeran ve hatin gulebaran kirin. Girseya ku di navê de parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Aycan Îrmez û Ferhat Encu, MEYA -DER, Dayîkên Aştiyê, DBP û HDP jî heyî bi hezaran kes meşiyan û gihan Çiyayê Cudî. Hîna ji gihiştina goristanê re kîlometreyek mayî mertalên zindî ji aliyê leşkeran ve hatin gulebaran kirin.

(ma/zt)