Ji masa krîzê ya HDP'ê sererastkirin
16:09
JINHA
ENQERE - HDP der barê komkujiya Enqereyê di 11'ê cotmehê roja yekşemê de li ser daneyên Maseya Krîzê ya HDP'ê hejmara welatiyên jiyana xwe ji dest dane wekî 128 welatiyan destnîşan kiribû de ragihand ku agahiyên xelet dane û ji ber vê yekê ji raya giştî lêborîn xwest.
Buroya Çapemeniyê ya HDP'ê der barê komkujiya Enqereyê di 11'ê cotmehê roja yekşemê de li ser daneyên Maseya Krîzê ya HDP'ê 128 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn de daxuyaniya sererastkirinê û lêborînê weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî komkujiyê di serî de saziyên tenduristiyê, Wezareta Tenduristiyê û saziyên fermî agahiyên zelal nedane û astengî li pêşiya wan derxistine û wiha hat gotin: "Ji ber lîsteyên ji saziyên cuda hatine me kirine yek, ji hin welatiyan agahî nehatiye wergirtin, pergala Saziya Tipa Edlî ya hejmarê û cenazeyên perçebûne hiştiye ku hejmara windahiyan were aşkerekirin. Ji ber vê yekê hejmera ku me daye xelet e. Ji ber vê xeletiyê em ji raya giştî û gelê xwe lêborînê dixwazin."
HDP'ê derdorên ku ev xeletiya ji bo agahdarkirina raya giştî hatiya kirin ji bo berjewendiya xwe ya siyasî bi kar anîne jî şermezar kir û wiha pê de çû: "Maseya me ya krîzê; her tim bi dozgerî, saziyên tenduristiyê, saziyên mîtîng pêk anîne û bi xizmên windahiyan re di nava danûstendinê de ye. Em her tim daneyên di destên xwe de nû dikin. Di vî alî de zehmetiya ku herî zê de pê re rû bi rû man yek jê Wezareta Tenduristiyê daneyên di destê xwe de bi me re parve nekir. Her wiha fermana ku serhekîmên nexweşxaneyan daneyan nede ji wan re şandibûn. Di rewşeke wisa krîtîk de ev pêkanîna Wezareta Tenduristiyê ya ku mafê agahdariyê binpê kiriye şermezar dikin."
(zt)