Aynûr Bagiş: Tayîbetî êrîşî ser hevserok û hevşaredarên jin dikin

09:14

Hulya Okalîn/JINHA

WAN - Binpêkirina mafê girtiyên siyasî her ku diçe zêde dibe. Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagci ku bi hinçeta "Heqaret li karmendê dewletê kiriye" hat girtin û sirgunî Girtîgeha Oltuyê ya Erziromê kirin û di qawuşa edliyan de tê girtin. Hevseroka TUYAD-DER'ê Aynur Bagiş diyar kir ku armanca dewletê ew e Hevşaredar Handan Bagci wek sucdarekî edlî bide nîşandan.

Operasyonên qirkirinên siyasî li ser hevşaredarên jin yên DBP'ê bi her awayî berdewam dike. Bi îlan rêveberiya cewherî re li ser hevşaredarên navçeyên Wanê operasyon pêk hatin û gelek hevşaredarên jin hatin binçavkirin û girtin. Hevşaredara Ertemêtan a Wanê Sevîl Rojbîn, Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagci û Hevşaredara Elbakê Dîba Keskîn bi hinçetên cuda hatin binçavkirin û girtin. Hevşaredarên ku hatin girtîn bi hinceta "Ewlehiyê" hatin sirgunkirin.

'Armanca wan şikandina vîna gel e'

Hevşaredara navçeya Qelqeliya Wanê Handan Bagci ku berî 3 rojan bi hinceta "Heqaret li memûra dewletê kiriye" hat girtîn û sîrgunê Girtîgeha Oltuyê ya Erziromê hat kirin. Handan Bagci ya ku hat sirgunkirin di qohuşa edliyan de tê girtin. Hevseroka Şaxa Komeleya Hevpariya Malbatên Girtiyan ya Wanê (TUYAD-DER) Aynûr Bagiş derbarê operasyonên li ser hevşaredarên jin axîvî û diyar kir ku dewlet dixwaze di şaxsê hevşaredarên jin de têkoşîna gelê kurd têk bibe.

'Sirgun bixwe îşkenceye'

Aynur destnîşan kir ku dema Hevşaredar Handan Bagci birin girtîgeha Erziromê bi zorê ji erebeyê derxistine û zilm lêkirin. Aynur got ku bi sirgunan dixwazin têkiliyên wan bi derve re qut bibe û wiha berdewam kir: "Ji destpêka pergala hevserokatiyê heya niha li ser hevserok û hevşaredarên jin êrîş hene. Armanca êrîşan li ser jinan ew e ku jinan ji kar û xebatan dur bike. Her çiqas li ser biryara ewlehiyê hatin sirgunkirin jî sirgun bixwe îşkenceye. Naxwazin ku bi malbat û derdora xwe re bikevin têkiliyê. Malbat jî ji vê rewşê bigilîne."

'Li Girtigeha Oltuyê ya Erziromê tu girtiyên siyasî tunene'

Aynur di derbarê sirgun kirina Hevşaredara navçeya Qelqeliyê Handan Bagci jî ev tişt got: "Her kes baş dizane ku li Girtigeha Oltuyê ya Erziromê tu girtiyên siyasî tunene. Lê dewleta tirk çikir Hevşaredar Handan sirgunê Oltuyê kir. Armanca wan ew bû ku di çavê gel de wek sucdarê edlî bidin nişandan û di çavê gel de bêîrade bikin e. Çawa li derve operasyon û êrîş li ser hevserokên jin dan meşandin di girtîgehan de jî bi heman polîtîkayê êrîşî hevşaredaran dikin û şerê psîkolojîk didin meşandin. Ligel hemû polîtîkayên dewletê li ber xwe didin û dibin şertên giran de ji bo azadiya gelê kurd têdikoşîn."

'Dewlet li hember binpêkirina mafê girtiyan 3'ê maymunan dileyize'

Aynur balkişand ser binpêkirinên mafê girtiyên siyasî yên jin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Me ji bo çareser kirina rewşa girtiyan hemû karê fermî kir. Lê mixabin dewleta tirk li hember serlêdanên me lîstîka 3 maymunan bileyîze û çav, dev û guhên xwe li binpêkirina mafê girtiyan digire. Lê ligel hemû zordarî û polîtîkayên dewletê morala hevalên me li cih e û destûr dadin ku dewlet bigihe armanca xwe. Em jî wek nûnerên TUYAD-DER'ê dê heya dawiyê piştgiriyê dibin wan û li pêy mafê wan bibin."

(ho/zt)