Endama Meclîsa Şengalê komkujiya Enqerê şermezar kir

09:16

Îlham Hecî- Xensê Xidir/JINHA

ŞENGAL - Endama Meclîsa Jinên Şengalê Buhar Yusif Qaso êrîşa bombeyî a li dijî mitînga aştiyê bi tundî şermezar kir û got: "Berpirsyarê vê komkujiyê hikûmeta AKP'ê ye."

Endama Meclîsa Jinên Şengalê derbarê teqîna ku di mitînga aştiyê de pêk hatî de nirxandin kir û diyar kir ku ferqa komkujiya Amed û Pîrsûsê ji ya Enqerê nîne û wiha got: "Li pişt komkujiyên Amed, Pîrsûs û Enqerê hikûmeta AKP'ê ye."

'Hikûmeta AKP'ê alîgirê vê komkujiyê ye'

Endama Meclîsa Jinên Şengalê Bahar Yusif Qaso, despêka axaftina xwe de bertek nîşanî komkujiya ku di mitînga aştiyê ya li Enqerê de pêk hatî da û wiha got: "Di serî de her kesê ku destê wan di vê komkujiyê de heyî em bi tundî şermezar dikin. Hikûmeta AKP'ê jî alîgirê vê komkujiyê ye. Bi fen, dolaban û komkujiyan ew ê bi sernekevin li hember berxwedana vî gelî. Bi sedan mirov li welat qetil bikin û behsa aramiyê jiyanê dikin, behsa aştiyê dikin. Ji bo desthilatdariyê xwe mirov dikin qurban. Li pişt komkujiya Amed, Pîrsûs û Enqere hikûmeta AKP'ê ye. Kîjan ehlaq kîjan wîjdan dest dide vê yekê. Em vê komkujiya ku li dijî mirovên aştî xwez pêk hatî bi tundî şermezar dikin."

'Ewqas mirin û komkujî bese êdî'

Bahar diyar kir ku ew aştî û aramiyê galan dixwazin û got desthilatdar dê bi êrîşên xwe sernekevin û wiha bertekê xwe anî ziman: "Gelê ku bi salane berdêl dide û xwedî li nirx û rûmetê xwe derdikeve wê bi serbikeve. Ji dîrokê heya niha desthilatdaran li hember gelê Kurd qirkirin, bişavtin û polîtîkayên tune kirinê xistine dewrê. Ma Erdogan bê dayîke? Dayîk û xweşka wî nînin, qey kezeba wan nîne ku bişewite? Ewqas dayîk, zarok û welatiyên sivîl qetil kirin. Gelê ku ji bo aştiyê li welat pêk bîne tên ba hev jî rastî komkujî tên. Êdî ewqas mirin û komkujî bese."

Bahar anî ziman ku Erdogan ji bo desthilatiyê xwe sînor nasnake: "Erdogan bêy ku sînor nasbike, êrîş dibe ser Kobanê û Şengalê. Erdogan çi dixwaze? Dixwaze bibe dîktator, eger vê dixwaze bi van zilmê ku dike nikare tiştek bi dest bixe. Li hember dexwezê gel ên aştî tê komkujî bikî û desthilatî bixwazî, mantiqê kijan mirovahiyê re ev yek derbas dibe. Li ba me gotina pêşî heye dibêje "Marê mare an xwe rast dike an jî naçe kuna xwe" Erdogan jî bi hîle û leystûkên xwe dê bi sernekeve."

'Êdî gelê Kurd jiyana bi sînorkirî napejrîne'

Bahar diyar kir ku wê berxwedana gel bi serbikeve û wiha pêde çû: "Lê li hember berxwedana vî gelî ya bi rûmet tu hêz dê bi sernekevin. Êdî gelê Kurd jiyana bi sînorkirî napejrîne, li her deverê berxwedana jiyanê daye despêkirin. Fikrê me fikrê mirovahiyê ye, em aştî û aramiya tevahiya gelê cîhanê dixwazin."

(rc)