Erdogan planên xwe yên B û C' ê yek bi yek têxe faliyetê - DAHURÎN
09:22
Hulya Okalîn/JINHA
WAN - Li paytexta Tirkiyê Enqereyê li dijî mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê êrîşeke bombeyî pêk hat. Di encamê de zêdetirî 128 kesan jiyana xwe ji desta dan û bi sedan kes birîndar bûn. Ev êrîşên bombeyî û komkujiyên pêk hat plana B û C a Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dine bira mîrovan. Erdogan planên xwe yên B û C ê yek bi yek têxe faliyetê.
Pêvajoya çareseriyê ya pirgireka kurd ku di 21'ê Adara 2013'an de ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hat dest pêkirin, ji ber têk çûyina hilbijartina 7'ê Hezîranê ji aliyê Serokomar Recep Tayîp Erdogan ve bi dawî bû. Hikûmeta AKP'ê ku bi hedefa 400 parlementeran di 7'ê Hezîranê de çû hilbijartinê û li Bakûrê Kudistanê têk çû, bi rûyê xwe yê şer bi her awayî êrîşî kurdan kir. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ku qala plana B û C yê kiribû yek bi yek bi komkujiyan pêk tine. Êrîşa ewîl di 5'ê heziranê de li Amedê di mitinga HDP'ê de, pêk anî û pişt re li navçeya Pirsûsa Rihayê di nav ciwanên ji bo înşaya Kobanê xebat dan meşandin û ya dawî jî li Enqereye yê pêk anin.
Li paytexta Tirkiye Enqereyê li ser banga KESK, DISK, TMMOB û TTB'ê ji bo azadî û aştiyê di 10'ê Cotmehê de "Mîtînga Aştiyê" hat li darxist. HDP'ê jî li ser vê bangê daxuyakirin ku ew jî dê piştgiriyê bidin mîtînga aştiyê. Lê berî ku mîtîng dest pê bike li cihê ku korteja ku HDP'î lê kom bûbûn di 30 saniyan de li du cihan teqînên bombeyî yên zîndî pêk hat. Di encama êrîşên bombeyî de zêdetirî 128 kesan jiyana xwe ji dest dan û 512 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Ji bo aştiyê çûn lê rastî êrîşê hatin
Bi hezaran welatî ji bo aştiyê biqîrin ji çar aliyên Kurdistan û Tirkiyê çûn Enqereyê. Welatiyên ku ji bo beşdarî mîtînga aştiyê bibin bi alên HDP'ê û dowîzên li ser "Ji şer re na, bijî aştî" nivîsî hilgirtin û bi coşeke mezin dilanê digerandin, lê mîxabîn bi êrîşa bombeyî bersîva aştiyê standin. Teqîna ku ji nîşka ve pêk hat di nav de Dayîka Aştiyê ya Êlihê Meryem Bulut, zarokê 9 salî ya bi navê Veysel Denîz Atilgan û Namzeta Parlementera HDP'ê ya Stanbolê Kubra Meltem Mollaoğu jî heyî bi sedan welatiyan jiyana xwe ji dest dan û qad bû gola xwînê. Tiştê herî balkêş jî ew e ku di bajareke weke Enqerê ku çuk jî nikarin bê agahiya îstîhbarata MÎT'ê û mîdûriyeta polîsan bifîre de, di mîtîngekî ku bi rojan amadekarî û bangawazî tên kirin de tu ewlehî nayê standin. Dema ku mîtîngên AKP'ê tên lidarxistin ew bajar ji aliyê polîsan ve tê dorpêç kirin û li avahiyan bi dehan sekvan tên bicîhkirin. Lê mîtîngeke ku bi deh hezaran kes beşdar dibe de tu ewlehî nayê girtin ev jî di mejiyê mirovan de baneşana pirsê çêdike.
Bûyer çend klometre ji MÎT'ê dur bû, lê tu ewlehî nehat girtin?
Ne tenê li cihê bûyerê li tu cihan ji bîlî polîsên trafîqê tu polîs tune bûn û ewlehiyekî bingehîn nehat standin. Yek ser polîsan jî êrîşê re rê vekirin û destûr dan ku komkujiyek wiha pêk bê. Tiştê herî balkêş ew e ku Midûriyeta Ewlehiyê ya Enqereyê û MÎT çend klometre ji qada mîtîngê dur e. Lewra nûnerên sazî û rêxistinên beşdarê mîtîngê bûn raste rast polîs şermezar kirin û ji Wezîrê Hundir daxwaza îstîfayê kirin. Li ser daxwaza îstîfatiyê nûner û wezaretan bi henek tevgeriyan û xwe bi tu awayî sucdar nedîtin. Li ser banga bijîşkên ku li cihê bûyerê amadebûn û mudahaleya ewîl kirin ku gotîn; "Pêwîstiya xwînê heye" jî Wezarê Tendûrîstiyê yê Tirkiyê Mehmet Muezzinoglu di daxwuyaniya piştî teqînê de got ku tu pêwistiya xwînê tune, ew kes tiştan zêde dikin bû.
Ahmet Davutoglu weşana komkujiyê qedexe kir
Desteya Bilind a Televîzyon a Radioyê (RTUK) di daxuyaniyekê de diyar kir ku Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu weşana derbarê teqîn û komkujiya li Enqereyê de qedexe kir û destûr neda ku weşan bê kirin û gel ji rewşê agahdar be.
'Em dê bi gura gur xwînê biherikinin'
Hêjayî gotinê ye ku rojek berê teqîna Enqereyê kesê ku nêzî AKP'ê tê dîtin Sedat Peker di mîtînga ku li bajarê Rizeyê de bi gotina xwe ya "Em ê bi gura gur xwîna wan biherîkinin" ket rojevê, hemû bal kişand ser hikûmeta AKP'ê û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, "Gelo destûra komkujiyê Edogan daye"
(ho/zt)