'Em ne tirkin heya biçin dibistana tirkan'

09:23

Bêrîtan Canozer - Bêrîtan Elyakut / JINHA

AMED - Dibistana seretayiya Ferzad Kemanger ku sala derbasbûyî dest bi perwerda kurdî kiriye di sala duyemîn de dest bi perwerdê kir. Ji xwendekarên dibistanê Sarya Aslan û Rêber Macar diyar kirin ku ji ber ew kurdin ji bo wê jî dixwazin biçin dibistana kurdî û gotin: "Em ne tirkin heya biçin dibistana tirkan."

Bi despêkirina sala nû ya perwerdê dibistanên kurdî jî dest bi perwerdê kirin. Xwendekarên dibistana seretayiya Ferzad Kemanger şanaziya sala nû ya perwerdê dijîn. Tenê ne xwendekar herî kêm malbatên xwendekaran jî bi qasî wan bi kelecanin. Dayîkên xwendekaran diyar kirin ku ew jî bi zarokên xwe re hîn dibin û dan zanîn ku ew gelek şanazin ku zarokên wan perwerda kurdî dibînin.

'Muhir li ser zimanê gelekê nayê dayîn'

Dayîka Rêber Macar yê ku li dibistana seretayiya Ferzad Kemanger perwerdê dibîne Gurbet Macar destnîşan kir ku ew dixwaze hemû zarok bi zimanê kurdî perwerdê bibînin û wiha domand: "Her kes bi zimanê xwe yê dayîkê di peyîvin. Elman bi elmanî di peyîvin, înglîz bi înglîzî dipeyîvin, tirk bi tirkî dipeyîvin, ji ber ku zimanê dayîka wane. Zimanê me jî kurdiye, divê em jî bi zimanê xwe perwerdê bibînin. Dema ku zimanê min hebe ma ezê biçim bi tirkî û înglîzî hîn bibim? Ji bo wê min kurê xwe şand dibistana kurdî. Dema ku me nû zarokên xwe li dibistanê qeyîdkirin, bi dehan caran dibistan girtin û muhur li derê wê xistin. Cardin me dest jê berneda û her roj em çun me muhur şikand. Ma gelo muhur ser zimanê gelekê tê xistin? Na ew nikarin, gel wê muhurê dişkîne û di avêje."

'Çuna keça min a dibistana kurdî ji bo min şoreşe'

Dayîka xwendekara dibistana kurdî Sarya Aslan Sabiha Aslan jî bilêv kir ku dema wê despêkê vebûna dibistana kurdî bihîstiye gelek hestiyar bûye û wiha berdewam kir: "Dema ku ez keça xwe dişînim dibistana kurdî weke ku ez bi xwe çume. Min xwe êdî weke zarokan hîskir, ji ber ku di dibistana kurdî de xwendin hîsek gelek cudaye û xeyalê me tevane. Li gel keça xwe ez jî çend tişt hînbûme. Dema ku ji dibistanê tê ez û wê bi hev re em spartekê wê çêdikin. Xwendina keça min a bi zimanê kurdî ji bo min gelek bi nirxe."

'Ji ber ku ez kurdim ez diçim dibistana kurdî'

Ji zarokên diçin dibistana kurdî Sarya Aslan jî got: "Ji ber ku li dibistana min her kes kurdî di peyîvin ji bo wê jî ez gelek ji dibistana xwe hez dikim. Mamostayên me ticarî li me naxin, gelek ji me hez dikin. Ez naxwazim biçim dibistana tirkî û li wê bixwînim. Ez gelek ji hevalên xwe hez dikim. Em hemû bi hev re li gel mamostayên xwe dilîzin. Em hînî sitiranên kurdî dibin."

'Diya min û bavê min kurdî dipeyîvin ezê jî kurdî bipeyîvim'

Rêber Macar ê ku li gel Sarya diçe heman dibistanê jî wiha got: "Diya min û bavê min kurdî dipeyîvin, ez jî dixwazim bi kurdî bipeyîvim. Dema ku ez têm malê bi dayîka xwe re spartekê xwe çêdikim. Pirtûkên min bi kurdî ne, em sitiranên kurdî hîn dibin. Mamostayên me bi me re kurdî dipeyîvin. Ji ber ku ez kurdim diçim dibistana kurdî. Em ne tirkin heya em biçin dibistana tirkan."

(zt)