Gelo beriya Îdrîs bibin bînaya vala qetilkirine?

09:53

JINHA

MÊRDÎN - Derket holê ku Îdris Cebe yê 18 salî ku li Kerboranê hatî qetilkirin tenê guleyek li çena wî xistine û wiha qetilkirine. Li gorî gotinên şahidê bûyerê di roja duyemin ya qedexeya derketina kolanan de 15 tîmên tayîbet ketin hindirê bînayê, ji heman bînayê rojek paşê cenazê Îdris derket, şopên xwînê nediyarbûn, dibek ku berê Îdrîs qetilkirine.

Li navçeya Kerborana Mêrdînê di 3 rojên qedexeya derketina kolanan de girêdayî Îdrîs Cebe yê 18 salî hatî înfazkirin hemû tiştên girêdayî qetilkirina wî derdikevin holê. Di roja duyemin ya qedexeya derketina kolanan de Îdrîs qetilkirin, lê di roja sêyan de rakirin nexweşxanê. Di qata 4'emîn a avahiyek înşihatê ya nû dihat çêkirin ya li Taxa Tepebaşiyê de cenazê Îdrîs hat dîtin.

Li cihê cenaze lê hatî dîtin şopên xwînê nîne!

Li cihê cenaze lê hatî dîtin şopên xwînê nîne, fikirên weke Îdris berê li cihek dinê qetilkirine û paşê anîne li wê danîne tê hişê mirovan. Li aliyê dinê jî di rapora despêkê ya Morga Nexweşxana Dewletê ya Mêrdînê de derket holê ku 12 saet berê Îdrîs hatiye qetilkirin. Her wiha li ser bedena Îdrîs ti şopên îskencê naxweyên. Hat zanîn ku tenê bi guleyek ya li çeneya wî ketî jiyana xwe jidest daye.

Şahid: 15 tîmên tayîbet ketin avahiyê

Şahidek ê bûyera qetilkirina Îdrîs ku li avahiya beranber rudine û nexwest navê xwe bide diyar kir ku bûyer di roja duyemîn a qedexeya derketina kolanan de pêkhatiye û wiha qala bûyerê kir: "Di saet 23.30'an de dema ku ez derketim ber pacê min dît 15 tîmên tayîbet ketin avahiya nû înşihata wê qediyayi ya li pêşberî mala me bi fenerên destan ketin hindir. Dema ku min wan dît, min gazî dayîka xwe û bavê xwe jî kir. Me bi hev re li wan dinêrî. Hemû biçekbûn. Li çar qatên avahiyê bi fenerên destan digeriyan. Weke ku di hindir de li tiştekê digerin. Heya qata çaran a avahiyê çun. Çend saetan di hindir de man. Min êdî derketina wan nedît. Demdirêj ez li bendê mam derneketin, êdî ez çum razam."

'Di wê avahiyê de lîstok dilîstin'

Şahidê bûyerê bilêv kir ku roja dinê piştî nîvro wesayîtên zirxiyên bi hijmarên 5-7 û 17 hatin ber avahiyê û cardin ketin nava wê avahiyê û wiha dom kir: "Weke ku qet nehatine wê avahiyê lîstok dilîstin. Li ber deriyê avahiyê rawestabûn bi gotinên 'kes heye' qêr dikirin. Paşê jî deriyê avahiyê şikandin û ketin hindir. Piştî 20 deqan abulans hat cihê bûyerê. Ez hînbûm ku li wê tiştek bû. Ez li hevalê xwe geriya min agahî dayê. Min jêre diyar kir ku li wê malê tiştek bû. Paşê ji xwe cenaze derxistin û birin."

(mg-at/zt)