'Ji miriyên me çi dixwazin'

10:09

Rojda Oguz/ JINHA

BEDLÎS - Niştecihê gundê Olek ya Bedlîsê diyar kirin ku piştî êrîşên ser 'Şehîdgeha Xerzan'ê ew tirsê xwe derbas nekirine û gelek pê bandor bûne. Muzeyyen Şîşman a ji gundê Olek got, "Ji şehîd û miriyên me çi dixwazin ez nizanim. Ji hestiyên ku bi salaye di bin axê de çi dixwazin."

Niştecihê gundê Olek ya Bedlîsê diyar kirin ku piştî sê roj êrîşê balafira ya li ser 'Şehîdgeha Xerzan'ê ew tirsa xwe derbas nekirine û hîna di bin bandora êrîşan de dijîn. Di dema êrîşan de riyên dora gund û goristanê bi rojan di bin dorpêçê de ma. Di encama êrîşê de şehîdgeh û camii hatî hilweşandin. Muzeyyen Şişman a ku ji gundê Olek ya Bedlîsê ye wiha behsa êrîşê kir: "Dewlet cardin tiştê dixwaze kir. Gule ser me direşandin. Ê ku me jiyan dikir fermana şer bû. Ziravê me qetandin. Ji tirsan me ne wêrî em derên derve."

'Ji hestiyên ku bi salaye di bin axê de çi dixwazin'

Muzeyyen anî ziman ku roja êrîş pêk hatî ew tevî keça xwe bi tenê li malbûn û ji tirsan ew ji cihê xwe ne lebitîne. Muzyyen got: "Piştî agir bi dora gund ket ez çûm şehîdgehê û min ji tiştî ku dît bawer nekir. Dema ku diçûm jî ji mirinê ditirsiyam. Piştre welatiyên gund hatin û mudexeleyê agir kirin. Ji xwe mêr wê şevê li gund kêm bûn. Ji gundê hewirdor jî hatin alîkariyê. Tevî jin û mêr me hewlda şehîdegê biparêzin." Muzeyyen da zanîn ku di encama êrîşê de kevirê goristanê hilweşîbûn û wiha domkir: "Ji şehîd û miriyên me çi dixwazin ez nizanim. Ji hestiyên ku bi salaye di bin axê de çi dixwazin. Ev du care êrîşê şehîdgehê me dikin. Wê demê jî tevî panzêran ketin nava şehîdgehê û xirab kirin. Ez gelek tirsiyam, bi berxwedana gundiyan re nêz nebûn. Camî û kona şînê şewitandin."

'Ji bo aştiya vî gelî pêk were min kurê xwe feda kir'

Hurî Arikbaşli komkujiya li Enqerê bi bîrxist û diyar kir ku berî 22 salan kurek wê beştarî refên gerîlla bûye û jiyana xwe ji dest daye. Hurî dema ku behsa kurê xwe kir ji çavê wê rondik barî û wiha got: "Carek kezeba min şewitandin, bila êdî neşewitînin. Her kes qetil dikin. Mirovên ku ji bo aştiyê çûbûn Enqerê jî hatin qetilkirin. Hestiyên şehîdê me li ser erdê man. Me hemûyan bikujin em ê çibikin. Mirovên aştîxwaz qetil kirin û şehîdgeha Xerzan bombebaran kirin. Dewlet wê me jî qetil bike." Hurî destnîşan kir ku dewlet Kurdan heznake û wiha pêde çû: "Gunehe ewqas mirov tên qetil kirin. Çima ewqas mirin û komkujî? Ji bo aştiya vî gelî pêk were min kurê xwe feda kir. Hîna goristanê kurê min nîne. Ev êrîş ji bo dayîkên ku goristanê zarokê wan li vir zilmek mezine. Ez ji herdu alî jî mirinan naxwazim. Dema agahiyê şehadetan tê kezeba min dişewite."

(rc)