Jinên Colemêrgê: Berxwedana me jinan dê heya ketina sarayê berdewam bike

10:32

JINHA

COLEMÊRG - Jinên saziyên Colemêrgê komkujiya Enqerê şermezar kirin û gotin: "Em kujeran nasdikin bila dewlet weke ku haya wan ji tiştekê tineye nêzî bûyerê nebin. Emê rêya hevalên xwe berdewam bikin. Roj roja berxwedanêye. Heya ketina sarayê dê berxwedana me jinan berdewam bike."

Jinên saziyên Colemêrgê bertekên xwe yên li hember qirkirina Enqerê anîn ziman. Sekretera Egitim Senê Figen Demir bertek nişani kirinên hikumeta AKP'ê da û got; "Di serî de ez rêhevalên me yên jiyana xwe ji destan bi rêzdari bibirtinim û ji birindaran re derbasbûnê dixwazim. Li Roboskî, Amed, Pirsus û herî dawî li Enqerê komkujî kirin. Ji ber wê em baş dizanin ku ev qetliam bi destê dewletê pêk tên. Li cihek weke Enqereyê ji xwe bêyî wan negengaze tiştek wiha bê kirin. Em kujeran nasdikin bila dewlet weke ku haya wan ji tiştekê tineye nêzî bûyerê nebin. Emê rêya hevalên xwe berdewam bikin. Roj roja berxwedanêye. Heya ketina sarayê dê berxwedana me jinan berdewam bike."

'Dê berxwedana gelan biserkeve'

Dayika Aştiyê Cevahir Kaçar jî destnîşan kir ku bila Serokomar ne bêje ku 'ez misilmanim' û wiha got: "Komkujiya ku li Enqereyê pêk hati dest nişana tirsa hikumeta AKP'ê bû. Ew mirov hemû ji bo aştiyê çun Enqerê, ji bo êdî mirov neyên qetilkirin çun. Lê hikumeta AKP'ê ji aştiyê ditirse. Bila AKP baş bizane çiqasî ew li hemberî me rabe, me qetilbike, emê ewqas zêde bibin û rêxistina xwe mezin bikin. Serokomar dibêje; 'em welatek misilmanin.' Ew ne misilmane, nimêjên ku dike qebul nabe. Ew ketiye halek wiha ku ji hêza zarokek 7 salî ditirse. Ji tirs û lewaziya xwe li her derê qirkirinê dike. Li cihek weke Enqerê çuk bifire, pişîk di nava kolanan de bilive ew dizanin û dibînin, dixwazin xwe weke haya wan jê tine ye nîşan bidin, lê her kes êdî wan nasdikin. Em carekdin li hemerî hemû komkujiyan dibêjin aştî. Em komkujiyên Pirsus, Amed û Enqerê bi tindî şermezar dikin. Bila Serokomar baş bizane dê berxwedana gelan biserkeve."

'Emê jin di 1'ê Mijdarê de bersiva pêwîst bidin AKP'ê

Endama Meclisa Şaredariya Colemêrgê Neslihan Nanat ji got ku hevkarên DAIŞ'ê hikumeta AKP'ê ye û wiha axivî; "Ez rêhevalên me yên ku di komkujiya Enqerê de jiyana xwe ji dest dayin bi rêzdarî bibîrtînim. Em hemû dizanin ku DAIŞ bi destê hikumeta AKP'ê hatine mezinkirin. Em ji kujeran natirsin. Em jin dê di 1'ê Mijdarê de bersiva pêwîst bidin hikumeta AKP'ê. Dê bi hêza jinan gel azad bibin."

(zyd/zt)