Li Dih û Îdirê 24 kes serbest hatin berdan
11:39
JINHA
SÊRT/ÎDIR - Di navê de Hevşaredara Dihê Eda Kilis jî di navê de 20 kesên hatin binçavkirin dema ku derxistin dadgehê serbest hatin berdan. Li Îdirê 4 ciwanên ku hat îdiakirin endamên YDG-H ê ne yên hatin biçavkirin piştî derxistin dadgehê serbest berdan.
Eruh ve Iğdır'da 24 kişi serbest
Li Dihê di serdegirtinên malan de di serî de Hevseroka Dihê Eda Kilis, Hasan Kili, Kerem İlhan, Sinan İlhan, Derya Aksoy, Ahmet Aksu, Cengiz Guneş û paşê jî Hevserokê navçeya DBP'a Dihê Yılmaz Aydın, endamê partiyê İdris İlhan, Mehmet Savacı, Hasan Ozer, Taci Yıldız, Murat Şalcı, Şefik Yıldız û Aytekin Kayra jî di navê de 20 kes hatin binçavkirin. Di saetên şevê de 20 kesên hatin girtin derxistin dozgeriyê û serbest berdan.
Li Îdirê di roja derbasbûyî de 4 ciwanên bi hinceta endamên YDG-H ê ne hatin binçavkirin piştî karê wan ên li Emniyeta Muduriyeta Îdirê qediya derxistin dozgeriyê. Di dozgeriyê de her 4 ciwan bi awayê li ser çavdêrî berdewam bikin hatin berdan.
(zt)