Li Mûşê 25 mertalên zindî hatin binçavkirin

11:41

JINHA

MÛŞ - Mertalên zindî yên ji bo pevçûn dernekevin li çoltarên navçeya Kop û Gimgimê li hemberî operasyonê derketin ji aliyê leşkeran ve hatin darpkirin. 25 mertalên zindî yên di nav de Hevşaredarê Kopê Rahmî Çelîk û Nûçegihanê DÎHA'yê Cuneyt Duran jî heyî yên ji aliyê leşkeran ve hatin darpkirin hatin binçavkirin.

Mertalên zindî yên bi armanca operasyona li çoltarên gundên Nîftîk, Şelûl û Êşîkulek ên navçeya Kop û gundên Kaniya Mêra, Zoro û Qerepungar ên Gimgimê yên Mûşê hatî destpêkirin rawestinin çûn herêm rastî êrîşa leşkeran hatin. Ligel leşkeran ketin û derketina herêmê qedexe kir mertalên zindî bi riyên bejayî çûn herêmê. Leşkeran 25 mertalên zindî yên di nav de Hevşaredarê Kopê Rahmî Çelîk û endamên meclîsa şaredariyê jî hene darpkirin û binçavkirin. Di nava kesên hatin binçavkirin nûçegihanê DÎHA'yê Cuneyt Duran jî heye.

Hate zanîn ku 25 kesên anîn Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Kopê bi awayekî dijwar rast lêdanê hatine û şevê li qereqolê hatin girtin. Hate ragihandin ku ji ber îşkenceyê 2 welatî li ser hişên xwe çûn û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kopê.

Li bendêne ku di nava rojê de kesên hatin binçavkirin derbixin dozgeriyê.

(zt)