Li Bircên Surê her dem berxwedan

11:41

Bêrîtan Elyakut-Şehriban Aslan/JINHA

AMED - Şahidê navça Surê bîlançoya 4 rojên dorpeçê hat vegotin. Kîne Bilici (70) anî ziman ku zaroka 12 salî Hêlîn û Hasret Şen li ber çavên wê hat qetilkirin û got: "Gule ji min derbasbû lê belê serê Hêlîn a biçuk perçe kir. Polîsan her tiştî gulebaran dikirin, sekvanan ji çivîka bigre heta pisîkê taxê jî gulebaran dikirin."

Bîlançoya 4 rojan a "Qedexeya derketina kolanan" a ji aliyê Walîtiyê Amedê ve li navçeya Sûra Amedê hatibû îlankirin, pir giran e. Di nava çar rojan de ku polîs û tîmên taybet di serî de taxên Fatîh Paşa, Hasirli, Xançepek û gelek taxan dorpêç kiribûn, hat îdea kirin ku welatiyên Surê ji sedî 80'ê koçber kirine lê belê hat dîtin ku gelê Surê malên xwe terk ne kirin. Gelek malên li taxê Hasırlı, Fatihpaşa û Hançepekê ji gule û bombebaranê li taxên ne mane.

'Tîma Esadullah li Surê bûye!'

Hat diyar kirin 4 roja li taxan ceyran û av hatiye birin û wekî ku gel vere ceza kirin zilim kirine û kesen xwestine harin nan bigrin ji aliye sekvanan ve hedef hatine girtin. Li ser dîwarê taxan ji aliyê tîmên taybet ve "Xwiyna me biherike jî zafer yê Îslamê ye", "Xwedê CC li herderiye", "Tîma esadullah livire", "TC li herderiye" û "Dewlet li her deriye" hatine nivisandin.

'Kesên xwestin Helîn xilas bikin hatin gulebarankirin'

Hêlîn di qedexekirina kolanan de xwest biçe nan bistîne ji aliyê sekvanan ve hat ketil kirin û ji serê xwe 3'ê gule xwar û jiyana xwe ji dest da. Jinên cenazê Hêlîn di hembêza xwe de kişandin qala zilma jiyanê kirin û wiha gotin: "Di destê dayikekê û Hêlîn de nan hebû. Dema Hêlîn ji dayîkê veqetiyaye li ber mala xwe de meşiyaye hedef hat girtin û hat qetil kirin. Piştî Hêlîn ket erdê jî 2 carên din jî gulebaran kirin. Mêrên xwestin Hêlîn xilas bikin lê bele ewjî hatin gule barankirin. Jinan diyar kir ku li ser wan zilma fîzîkî û şerê deruniyê didin meşandin. Jinên taxê gotin ku çi dibe bila bibe ew dev ji malên xwe bernadin.

'Polîsên ketin taxan ne mirov bûn'

Kîne Bilici (70) a ku bi Hêlîn re çibû nan bistîne dema sekvanan Hêlîn gule barankirine Kîne jî birîndar bûye. Kîne dema qetilkirina Hêlînê wiha anî ziman: "Dema ez derketim nan bistînim Hêlîn jî hat û em bihevre çûn firnê me nan kirî û vêgeriyan malê. Hêlîn ji min hê pir dûr neketibû dengê guleyan hat û me gule barankirin. Min xwe avêt malekê ez xilas bûm lê bele Hêlîn hat qetilkirin." Kîne anî ziman ku bila Hêlîn û welatiyên din jiyana xwe jî dest nedana bila malên wan talan bibûna.

'Kesên hatin alikariya me gulebarankrin'

Mehmet Alî Tekîn (10) bi birê xwe yê mezin re dema çû nan bistîne Mehmet anî ziman ku dema ew diçûn firnê li erdê tiştek dît û lê rênî teqîn çêbû û ew gelek tirsiya û got: "Min tenê dît birê min li erdê ye û kesên xwestin werin alikariya me jî hatin gulebarankirin."

Gelê Surê diyar kirin ku bi navê parastinê polîs wan qetildikin û malê wan xira dikin.

(ha/zt)