Meşa jinên ciwan li dijî komkujiya Enqerê

11:43

JINHA

DIRBÊSIYÊ -Tevgera Jinên Ciwan li Rojava bi armanca şermezar kirina komkujiya Enqerê meşek li darxistin. Ciwanên bajarê Dirbêsiyê, Hesekê, Serêkaniyê, Qamişlo û bajarokê Eburasên tevlî meşê bûn.

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan ên Rojava meşek li dijî komkujiya Enqerê hat li darxistin. Di meşa ku ciwan ji bajarên Dirbêsiyê, Hesekê, Serêkaniyê, Qamişlo û bajarokê Eburasên tevlî bûne panqertên şermezarkirina dewleta Tirkiyê û berxwedanê hatin hildan. Di meşa ku bi deqeyek rêzgirtinê ve despêkirî durişmeyên "Bijî berxwedana Enqerê û Rojava" hatin berzkirin. Meşa ku ji ber Navenda Jinên Ciwan ya Dirbêsiyê despêkirî û li ber deriyê sînorê bakûr bi dawî buye, Rêveberê Yekîtiyê Ciwanên Rojava Rûbar Qamişlo axivî. Rûbar got: "Em wek Yekîtiyê Ciwanên Rojava komkujiya ku li Enqerê bi destê dewleta Tirkiyê pêk hatî bi tundî şermezar dikin. Em ê her dem piştgirî bidin ciwan û gelê Bakûrê Kurdistanê.

Meş bi durişmeyê "Bê serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana ciwanên Enqerê" bi dawî bû.

(şe/rc)