Yekem perwerdeya jinan a dadê bi dawî bû

14:04

JINHA

QAMIŞLO - Yekem perwerdeya dadê a xweser ku li Kantona Cizîrê hatibû despêkirin bi dawî bû. Perwerdeya ku bi beşdariyê endamên jin ên ku li dadê dixebitin pêk hatî bi serkeftî bi dawî bû.

Bi armanca pêşxistina xebatê dadê ya xweser li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê, bi tevlîbûna 60 endaman perwerde hatibû despêkirin. Perwerdeya ku 4 rojan berdewam kiriye, waneyên girîngiya perwerdê, zayendîparêziya civakî, jinolojî û zagonên jin hatin nîqaş kirin. Derbarê perwerdê de jinan nêrînê xwe anîn ziman û gotin, "Ji bo ku em pirsgirêkê jinan bi nêrîna jin çareser bikin pêdivî bi perwerdeyên wiha her dem heye."

Endama Dîwana Meclîsa Dada Giştî ya Kantona Cizîrê Zozan Elî derbarê perwerdê de axivî. Zozan wiha got: "Me zagonên jin ên xweser diyar kirine. Ji bo ku ev zagon bikeve jiyanê divê perwerde bê dayîn." Endama Dadgeha bajarê Hesekê Nifûse Hiso jî wiha got: "Yekem car perwerdeya xweser a dadê tê dayîn. Feydeyek mezin da me. Hem di warê naskirinê de hem jî di warê famkirina jinan de başbû." Endama Dadgeha Qamişlo Ebla Xelîl wiha got: "Pêdiviyê her saziyek heye ku perwerdeyên xweser ên xebatê bibînin. Bi fêmkirina jiyanê û erka xebatê em dikarin serkeftinên mezin bi dest bixin û bi aweyek adîl xebatê xwe bidin meşandin."

(db/rc)