Girtiyên PAJK'ê ji bo Ekîn Wan dest bi xebatê pirtûkê kirin

15:23

JINHA

ÎZMÎR - Girtiyên jin ên Girtîgeha Şekran, ji bo gerîllayê YJA Starê Kevser Eltûrk (Ekîn Wan) dest bi xebatê pirtûkê kirin.

Girtiyên PAJK'ê ên ku li Girtîgeha Jinan ya Şekranê dimînin, ji bo bîranîna gerîllayê YJA Starê Kevser Eltûrk (Ekîn Wan) ya ku li navçeya Gimgima Mûşê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye û bedena wê hatî teşhîr kirin dest bi xebatê pirtûkê kirin. Pirtûka ku wê hovîtiya li dijî cenazeya Ekîn Wan bide vegotin, wê di heman demê de nivîsên biyogratî, ceribandin û çîrok cihê xwe bigre. Her wiha li bendê ne ku hevalên jin ên ku Ekîn Wan nasdikin nivîs binvîsin. Girtî diyar kirin ku nivîsên ku werin nivîsandin li ser navê Hayriye Ozkan navnîşan "Girtîgeha Jinan ya Şekranê" bişînin.

(rc)