Kongreya Lutkeya Cîhana Nû li Rojava tê lidarxistin
15:50
JINHA
GIRKÊ LEGÊ - Di 16 û 17’ê cotmehê de Kongreya Lutkeya Cîhana Nû ku rêxistineke Holandayê organîze dike li Rojava tê lidarxistin.
Bi durişmeya “Demokrasiya bêyî dewlet” Rêxistina Cîhana Nû ya navenda wê paytexta Holanda Amsterdamê ye, bi hevkariya Desteya Karê Derve ya Kantona Cizîrê dê 16 û 17’ê cotmehê Kongreya Lutkeya Cîhana Nû lidar bixe. Di kongreya ku wê li Kantona Cizîrê ya Rojava were lidar xistin de, zêdetirî 27 siysetmedar, rewşenbîr, hunermend ên ji gelek dewletên cîhanê û rayedarên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk amade bibin.
Cîgira Serokê Desteya Karê Derve Emîna Osê da xuyakirin ku şandeyên dê beşdarî kongreyê bibin, gihiştine Rojava û niha jî li herêmên xweser serdanên xwe yên ji bo Rêveberiya Xweser pêk tînin. Rêxistina Cîhana Nû salê li dewleteke cîhanê kongreyek organîze dike, bi karûbarên gelên bindest re mijûl dibe.
Li gorî zanyariyên Emîna Osê, armanc ji lidarxistina vê kongreyê ew e ku tecûrbeya Rêveberiya Xweser wekî nimûne ji hemû nûnerên tevger û gelên cîhanê were pênasekirin, her wiha Rêveberiya Xweser tenê di çarçoveya herêmên Rojava de nemîne.
Emîne got ku di kongreya ku wê 2 rojan li pey hev dewam bike de, mijarên sereke wekî Konfedralîzma Demokrasî, wekheviya zayendî, ekolojî, sîstema sermayedar, jiyana civakî werin gotûbêjkirin. Ev mijar wekî 12 semîneran ji aliyê 6 kesên pispor ên derve û 6 nûnerên Rêveberiya Xweser dê werin dayîn.
Kongreya dê 16 û 17’ê cotmehê were lidarxistin dê li bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê were organîzekirin, têde 27 delegeyên derve û Rêveberiya Xweser tevî nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl amade dibin.
(rc)