Nûçegihanê DİHA û sê welatî hatin binçavkirin
16:50
JINHA
ŞIRNEX - Tîmên taybet ên ku li navenda navçeya Silopî ya Şirnexê wesayîtek rawestandin û xwestin kesên tê de binçav bikin lê ligel bertekên welatiyan 3 welatî û nûçegihanê DİHA'yê ya ku bûyer dişopand Nedîm Oruç hatin darpkirin û binçavkirin.
Li navçeya Silopî ya Şirnexê polîsan wesayîtek rawestandin û xwestin kesê tê de binçav bikin. Piştî welatiyan bertek nîşanî bûyerê da wesayîtên zirxî ên hatin cihê bûyerê gule berdan hewayê. Li ser vê yekê rageşî derket û ji welatiyên di wesayîtê de yek derket ji polîsan re got, "Her tim hûn min radiwestînin hûnê çi bikin?" Polîsan kesên di wesayîtê de derxsitin û li wesayîta zirxî siwar kirin.
Pişt re polîsan êrîş li Nûçegihanê DİHA'ê Nedîm Oruç ê ku bûyer dişopand kirin û ligel heqaretan bi lêdanê binçavkirin.
Nedîm û 3 kesên din birin Midûriyeta Polîsan a Sîlopiyê.
(rc)