Li Hezexê dijî dorpêça polîsan jin derketin kolanan

17:36

JINHA

ŞIRNEX - Li navçeyê Hezexê a Şirnexê dema polîs xwestin bi dehan wesayîtên zirxî têkevin Taxa Yeniyê rageşî derket.

Li navçeyê Hezexê a Şirnexê piştî nîvro bi hewla ketina polîsan a Taxa Yeniyê, jin derketin kolanan û dest bi çalakiyê kirin. Piştî demek bi sedan welatiyên Taxên Turgut Ozal û Atakent bi rewşê agadar dibin û di bin baranê de berê xwe didin taxê. Welatî bi çalakiyê deng derxistinê û jin jî bi tilîlî û çepikên xwe bertek nîşanî êrîşê polîsan dan. Li taxê polîsan gule direşînin û carnan jî dengê teqînên mezin tên.

Rageşî bi vekşîna polîsan û wesayîtên zirxî bi dawî bû.

(rc)