Li Geliyê Şilo barê eniya piştê hemû li ser milê jinane
09:14
Jînda Amara-Arjîn Azad/JINHA
ŞENGAL - Hêzên parastina cewherî ên ku li Geliyê Şilo ya rojhilatê Şengalê li hember dagirkeriyê çeteyan berxwedidin dest bi operasyonek kirin. Jinên Êzidî jî li eniya piştê xwarina şervanan amede dikin. Jinên temen mezin gotin: "Ji ber hêzê me têrê nake ku em biçin eniyên şer, em wiha piştgiriyê didin berxwedanê."
Hêzên YBŞ û YPJ-Şengal bi armanca ku Şengalê bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin di 8'ê Cotmehê de dest bi operasyonek nû kir. Di çerçoveya operasyona ku li Geliyê Şilo ya ku dikeve rojhilatê Şengalê despêkiriye, gelek herêm ji çeteyan hat paqij kirin. Li aliyek gerîllayên YJA Star û HPG'ê berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ'ê berfireh dikin li aliyê din jinên Êzidî amedekariyê şervanan dikin. Jinên ku dibêjin "Ji ber temenê me mezine em nikarin biçin çeperên şer, em ê ji vir piştgirî bidin berxwedanê" amedekariyê xwarinê dikin.
Ji jinên Êzidî Adul Alî wiha got: "Ew ji bo me şer dikin, tiştê ji destê me tê em dikin. Ax û zarokên me diparêzin. Gerîlla ji bo me gelek tişt kirin. Şervanên me her tiştê me ne. Gerîlla ji bo van axan xwe feda dikin. Ew kur û keçên me ne. Dema ku yek ji wan şehîd dikeve, perçeyek ji me qut dibe. Kezeba me dişewite. Em jî dayîk, heval û xweşk û birayên şehîdane. Ez jî di navade em hemû amedene ji bo gerîlla canê xwe feda bikin."
'Kesên ku îxanet dikin û ên canê xwe ji bo me feda dikin em bîrnakin'
Adul destnîşan kir ku ew kesên ku îxanet kirine û ên ji bo wan jiyana xwe feda kirine ji bîr nakin û wiha got: "Em baş dizanin ku eger KDP'ê îxanet li me nekiriba û ne revîba, gelek mirov ji têhin û birçan re nedimrî û nedihatin revandin. Lê pêşmerge me radestî dijmin kirin û reviyan. Gerîlla me û zarokê me rizgar kirin. Em wek Êzidî di divê wek gerîlla şerbikin û canê xwe feda bikin ji bo vê axê. Gelê Êzidî çiqas yekîtiyê avabikin dê ewqas bi hêz bibin. Ne em ne jî zarokên me em ê dev ji Şengalê bernedin. 5 Zarokên min di nava YBŞ-J Şengalê de ne. Ew jî tevî gerîla di çeperên şer de li berxwe didin.
'Em ê her dem bi wan re bin'
Nûre Xwede jî got: "Em wek jinên Êzidî heya dilopê xwîna xwe yê dawî dev ji Şengalê bernadin. Bila hemû dijminê me vê yekê bibhîse. Em ê her dem li gel gerîllayên xwe bin. Wek jinên Şengalê tiştê ji destê me tê em hewldidin bikin. Ji bo ku em wan bi tenê nehêlin û xwarinê wan amede bikin ev heftiyek em dixebitin û xwarinê çêdikin. Em ji bo lehengên xwe ên ku li Şilo yê li berxwe didin xwarin amede dikin. Di vê çerçoveyê de em wek jinên Êzidî ji çiyayê Şengalê tevahî dayîkê şehîd û gerîlla bi heskirinên xwe silav dikin."
'Ez ji Melekê Tavus re dua dikim'
Samiya Xidir da zanîn ku ew wek jin tevî zarokên xwe dê piştgirî bidin şervanan û bila hemû dijmin vê yekê zanibe û wiha domkir: "Em tevî wanin, hemû xweşk û birayên mene. Ji Melekê Tavus re ez dua dikim ji bo wan. Bila Melekê Tavus alîkariyê gerilla bike û êrîşê dijmin vala derbixe. Ew ji bo me canê xwe feda dikin. Em çi ji bo wan bikin dê kêm bimîne. Em dayîk û bavê wanin. Her yek ji wan zarokên herî bi nirxe li ba me ye. Tiştê ji destê me tê em ê bikin ji bo wan. Em ê kedê wan heya ku bimrin ji bîrnekin."
(rc)