29 jinên di qirkirina Enqerê de jiyana xwe jidest dan hatin bîranîn
09:27
JINHA
EDENE - Platforma Jinên Edenê 29 jinên di qirkirina Enqerê de jiyana xwe jidest dan bibîranîn.
Platforma Jinên Edenê 29 jinên di qirkirina Enqerê de jiyana xwe jidest dan li Parka Înonu bi pêxstina find û şemalan bibîranîn. Jinên li parkê li hev kombûn pankarta "Jinên aştî dixwestin qetilkirin" hilgirtin û bi muman "10.10.15 aştî" nivîsîn. Jinan duruşmên weke "Jin jiyan azadî" û "Dewleta qatîl dê hesabê bide" bilind kirin û wêneyê jinên jiyana xwe jidest dane rakirin. Di bîranînê de rêveberên CHP'ê û Parlementera HDP'ê Meral Daniş Beştaş jî amadebûn. Di bîranînê de paçên mor ên ku Dayîkên Aştiyê dibin tulbendên sipî ve xistibûn serê xwe bal dikişand.
Ji Platforma Jinan Berdevka Şaxa Platforma KESK'a Edeneyê Şukran Yeşil diyar kir ku 29 jinên di qirkirinê de jiyana xwe jidest dan hemû aştîxwazbûn. Şukran bilêv kir ku wan soza dê aştiyê bînin dane hemû şehîdên aştiyê û wiha got: "Emê bindenkevin, netirsin û aştiyê bînin vî welatî."
Parlementera HDP'ê Meral Daniş Beştaş jî bertek nîşanî polîs û hêzên tayîbet ên ku di dema bîranînê de li dora wan kombûne û wêneyan dikêşin da û got: "Di her firsatê de hun êrîşî me dikin, di dema teqînê de hun li ku bûn."
Piştî axaftinan jinan dest bi çalakiya bêdengiyê kirin û bi duruşmeyan çalakî bidawî kirin.
(zt)