Namzetên HDP'ê li navçetên Wanê bîroyên hilbijartinê vekirin

15:13

JINHA

WAN - Namzetên HDP'ê yên Wanê bi minasebeta xebatên hilbijartina ku dê di 1'ê Mijdarê de pêk bê li Navçeya Bêgîr û Elbaxa Wanê biroyên hilbijartinê vekirin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê dest bi xebatên hilbijartina ku dê di 1'ê Mijdarê de pêk bê kirin. Namzetên HDP'ê Zozan Yelîz Yildirim, Bedîa Ozgoren û Nadîr Yildirim bi minasebeta xebatên hilbijartinê li navçeya Bêgîra Wanê biroya hilbijartinê vekirin. Li gel namzetan nûner û rêveberên HDP, DBP'ê bi sedan welatî di merasîma vekirina bîroyê de amade bûn. Di vekirina bîroyê de ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe jidest dane rêz hat girtin. Welatiyên ku tevlî vekirinê bûn bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "AKP ji welatê me derke ve" û "Şehîd namîrin" berz kirin. Piştî rêzgirtinê Namzeta HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgoren axivî.

Bedîa diyar kir ku piştî hikûmeta AKP'ê di hilbijartina 7'ê Hezîranê de li Kurdistanê têk çû bi bombeyan êrîşî gel kir û komkujiyan pêktîne. Bedîa anî ziman ku hikûmeta AKP'ê û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bi her awayî rûyê xwe yê şer êrîşê gel dike.

Pîştî ku li Navçeya Bêgirê bîroya hilbijartinê hat vekirin namzet çûn Navçeya Elbaxê. Nazetên HDP'ê li Elbaxê ji aliyê sedan welatiyan ve hatin pêşwazî kirin. Namzeta HDP'ê ya Wanê Zozan Yelîz Yildirim li Elbaxê girêdayî pêvajoyê nirxandin kir.

Zozan destnîşpan kir ku gelê kurd ji bo aştiyê her tim li qadan e û têdikoşe û ev tişt got: "Her çiqas em dibêjin aştî û demokrasî hikûmeta AKP'ê û Tirkiyê bi top û tangan tên me. Li Amed, Pirsûs û Enqerayê bi bomeyan bersîv dan daxwaza aştiyê û bi sedan welatiyan qetîl kirin. Lê Gelê kurd ligel hemû êrîş û komkujiyên wan li daqan in û ji bo aştiyê têdikoşîn."

Zozan di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku Ew ê heya dawîyê bi gelê xwe re bin û li qadan bin.

Piştî axaftinan bîroya hilbijartinê hat vekirin.

(ng-ho/zt)