KOM: Aştiya civakî nebe rast nîne

15:34

JINHA

STENBOL - KOM'ê balkişand ser qirkirina li Enqerê bi ser aştîxwazan aniyîn û got: "Aştiya civakî nebe rastî nîne"

Meclîsa Azadiya Jinan (KOM) ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Hikûmeta demî hem kmkujiya li hemberî gelê Kurd dewam dike, hem jî li her derê dengê aştiyê yê li dijî şer bilind dibe, hedef digire. Tevî hemû hewldanên çavtirsandinê, bi hezaran mirovên hêviya aştiyê di dilê wan de hebû, ji her devera Tirkyeyê berê xwe dan Enqereyê: Ji bo aştiyê. Şerxwazan jî vê carê bi xwînxwarî mirovên me qetil kirin. Di vê komkujiyê de me hevalên xwe yên di têkoşîna azadî û aştiyê de bi hev re dimeşiyan, winda kirin. Hêrsa me û xemgîniya me nayê vegotin."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Weke jinên ku ti carî dest ji têkoşîna ji bo azadî, aştî û demokrasiyê bernedane, em bi hêrs in û di şînê de ne. Lê belê em dizanin kukjer kî ne û em ê wan ti carî efû nekin, em ê wan nedin jibîrkirin. Bi kuştin, bombekirin û parçekirina bedenan re wê nikaribin têkoşîna me ya aştî û azadiyê tinebikin. Wê nikaribin bi me. Van hemûyan nîşanî me dan ku divê em hîn bêhtir piştgiriyê bidin hev û bi hev têbikoş in."

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser piştgiriya jinan û wiha hat berdewam kirin, "Em careke din destnîşan dikin ku aştî, bi qasî ku nebe qurbanê ranta desthilatdariyê hêja û jiyanî ye; bêyî civakîbûnê nepêkaen ku hewldana aştiyê rasteqîn be. Em ê têkoşîna dostên xwe yên jiyana xwe ji dest dane, di dil, mejî, kolan û li her derê bidomînin. Em ê canên xwe yên ji bo aştiyê jiyana xwe ji dest dane, di têkoşîna xwe ya aştiyê de bidin jiyîn. Em ê aştiyeke adîl ji sedî sed ava bikin."

(zt)