Konferansa Yekîtiya Sitar a Amudê hat lidarxistin

16:40

JINHA

AMUDÊ - Rêxistina Yekîtiya Star konfiransa xwe ya dewî li bajarê Amudê yê kantona Cizerî pêk anîn.

Konferansa Rêxistina Yekîtiya Star li Amudê bi beşdariya 180 delegeyan li bajarê Amudê yê kantona Cizîrê hat li darxistin. Konferans bi beşdariya Endama Koordînasyona Yekîtiya Star Leyla Yeşar, Rêveberên Yekîtiya Star a bajarê Amudê Şevîn Cudî, Rêxistina TEV-DEM Geliya Qesim, Endamên saziyê ziman Botan Heşo, jinên xebatkarên şaredariyê, xebatkarênb çand û hûnerê, jinên endamên Dadgeha Gel, saziyên sivîl û rêveberên Komînan pêkhat. Salona konferansê bi alayên Yekîtiya Star, wêneyên jinên tekoşerên Şoreşa Rojava, posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pankartên wekî "Azediya jinê bi azadî rêber APO pêktê" hate xemilandin. Her wiha Konfras bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kirin. Piştre jî Endama Rêveberiya Yekîtiya Star Leyla Yeşar axafitna vekirinê kir.

Leyla balkişand ser êrîşên dewleta Tirkiyê bi tayîbetî piştî hilbijartinan ser gel û tayîbetî jî ser Bakurê Kurdistanê û got: "Ji ber ku di hilbijartinan de hijmara parlementeran a dixwest negirt êrîşî gel dike û tola xwe ji gel dihilîne. Li hemberî êrîşên wan berxwedana gel ya bê hempa heye. Weke Rojava niha li Bakurê Kurdistanê jî berxwedan heye. Di berxwedanê de bedelên giran tên dayîn. Ya dikeve ser milê me em di rêya hevalên xwe yên di dema berxwedanê de diçin şihadetê berdewam bikin û daxwazên wan bînin cîh. Em berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê pîroz dikin. Dê her demê serkeftin bibe ya me gelan."

Piştî axaftinan konferans bi hilbijartina rêveberên nû bi dawî bû.

(re-db/zt)